Çiyayên Omeryan tevî şewitandinê ji nû ve zindî dibe

  • 09:16 14 Hezîran 2019
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li Çiyayên Omeryan ê li Nisêbînê ye her sal şewatên daristanan pêk tê û tevî vê çiya ji nû ve zindî dibin. Li cihên ku hemû şewitîbûn, dar û baxçe şîn bûn û ev jî moral dide gundiyan.
 
Ji ber polîtîkayên şer xwezaya herêmê her sal di bin êrîşan de ye û bi hezaran hektar qadên daristanî tên tunekirin. Xweza ji salên 90’î heta niha bi sedan carî hat hilweşandin û şewitandin lê tevî vê çavkaniya xwe ya berxwedanê ji nû ve nîşan dide. Herêma Omeryan a li Nisêbînê ye, sala borî bi sedan hektar qada wê şewitî û îsal ji nû ve şîn bû.
 
Şewat ketibû hundurê malên gundiyan
 
Sala borî di mehên havînê de herêma ku gelek gund lê bûn wek herêma qedexe îlan kirin û gotin pevçûn hene û bi balafiran bombebaran kirin. Li çiyayê wê ji 3’an zêdetir qerekol hene û tevî ku pevçûn tunebûn jî di encama bombeyên hatin avêtin de şewat derket, bi hefteyan berdewam kir. Tevî gel xwest mudaxale bike leşkeran nehişt û şewat temaşe kiribûn.
 
Her sal ji nû ve şîn dibe
 
Di Tîrmeha sala borî de bûyera şewatê pêk hatibû li herêma Serêkaniyê gundekî para xwe ji vê girt. Gundiyan tevî ku bi dehan carî li ekîbên agirkujê û qereolê geriyan jî, mudaxale nehat kirin û rez û baxçeyên gundiyan tune bûbûn. Ji bilî baxçeyan sewal û xaniyan jî zirarek mezin dît û îsal jiyan li gund ji nûve zindî bû. 
 
Welatî îsal jiyanê bi xwezayek şîn pêşwazî dikin. Ji bo rezan ax hat kolandin, baxçeyên fêkiyan ji berê baştir xuya dikin. 
 
‘Me xanî ji nû ve çê kir, me baxçe ji nû ve çand’
 
Gundiya bi navê Yildiz Yildirim destnîşan kir ku ji salên 90’î heta niha gelek caran rastî zextan hatine lê axa xwe terk nekirin û wiha got: “Di sala 1994’an de gundê me şewitandin. Piştî vê em neçar man koç bikin. Em çûn Îzmîrê. Lê em zêde neman. Em dîsa vegeriyan. Me xanî û baxçeyên xwe ji nû ve çêkirin. Gund û çiyayê me her sal tê şewitandin. Dijminahiyek çawa ye em nizanin lê her sal dişewitînin. Lê biharek din dîsa xweza şîn dibe. Çiya û darên vir gelek bi înat in. Dixwazin me jî wan jî li vir tune bikin. Lê em ji vir naçin. Çi dikin bila bikin em ji vir naçin.”