‘Hûn ji mirina xwe re berpirsin’

  • 09:08 20 Nîsan 2019
  • Jiyan
Gulîstan Azak
 
AMED - Gundiyên Goksuyê diyar kirin ku ji ber riya binî ya hatiye qedexekirin, ewlehiya canê wan tune û diyar kirin ku rayedarên ku serî lê dane jî ji wan re gotine ‘Ji mirina xwe hûn berpirsin’.
 
Ji ber ewlehiyê li gelek gundan riya binî hatiye qedexekirin û gundiyên bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibin jî dikevin zorê. Li gundê Goksu ya Bismil a amedê ji ber riya bejayî têde derbas dibe, erd û mêrgên gel li aliyekî û malên wan jî li aliyekî mane. Riya binî ya hatibû çêkirin jî hatiye qedexekirin û gundî ji ber trafîka zêde nikarin sewalên xwe derbasî aliyê din bikin. Gundiyan diyar kirin ku ew neçarin naxir û pezê xwe di rê de derbas bikin û got zarokên wan her roj bi rîska ku qezayê bikin re tên rû hev. Gundiyan daxuyakirin ku fikarên xwe ji rayedaran re ragîhandine lê rayedaran gotiye ‘ji mirinên heyî hûn berpirsin’.
 
‘Ma gelo em bi firinî biçin alî din’
 
Ulmiye Sîncar got tevî wesayîtê bi lez derbas dibin, neçarin rê derbas bikin û wiha got: “Em ji mirinan bi fikarin. Bila riya binî demildest vebe. Rojê 5-6 caran em derbas dibin. Zarokên me neçar dimînin derbas bin. Rê ji cot şerîdê pêk tê. Wesayîtên diçin Amedê nokteya wan ya rawestînê jî li hember rê ye.”
 
‘Rewşa ku li me rewa dibînin’
 
Vezîre Altun jî destnîşan kir ku ji ber riya binî tune, li pêş sewalkariyê jî dibe asteng û wiha axivî: “Riya jor tune. Ya binî tune. Riya binî qedexekirin. Em niha bi tirs derbas dibin. Rewşa li me rewa dîtine ev e. Çima dawî li vê rewşê naynin. Em çûn ber gelek deriyan. Êdî bes e.”
 
Jina bi navê Sabahat Tosun jî bi lêv kir ku ji ber pisgirêkên tên jiyîn sewalkarî hatiye asta tunebûnê û got divê rayedar demildest vê çareser bikin.
 
Mehmet Halîm Demîr jî diyar kir ku ji aliyê cendermeyan ve riya binî bi hincet ewlehiyê hatiye girtin û nêrînên xwe anî ziman: “Ji bo çareseriya rewşê me serî li her derê da. Lê me tu bersiv negirt. Ev gund bi sewalkariyê tê zanîn. Ji ber riya binî tune em nikarin sewalan bibin mêrgê. Herî kêm hezar pezê me heye. 5 dewarên me hene. Dema hemû sewalên gund bên fikirîn ev hejmar pir zêd eye. Rayedarên ku em serî lê didin jî dibêjin ‘ji mirinan hun berpirsin’. Yanî gundî û sewal di qezayekê de bimrin, berpirs dîsa gundî ne.”
 
‘Em nikarin biçin dibistanê’
 
Zarokên gund jî wiha gotin: “Em her roj neçar dimînin derbasî alî din yê rê bibin. Em gelek zehmetiyan dikşînin. Em ditirsin. Bila demildest çareseriyek bê dîtin. Carekê dayika min dema em derbas dibûn ket. Ez gelek tirsiyam ku wesayît lê bikeve. Em naxwazin rewşên wisa bên jiyîn.”
 
Asya Tosun jî bertek nîşan da û bi lêv kir ku gelo dewlet dibêje qey kes li vir najî û got van pêkanînan gundî bêzar kirine.
 
Fevziye Yildiz jî nêrînên xwe anî ziman û anî ziman ku divê demildest ev qedexe rabe an jî wê jiyana li gund bisekine.