Mêvandariya gundê Borazê mirovan mest dike

  • 09:27 13 Nîsan 2019
  • Jiyan
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Di hembêza çemê Firatê de û bi mohra jinê, Gundê Borazê hatiye ava kirin. Lewma dema ku mirov  xwezaya gund temaşe, heyran û mest dibe. Ji ber vê jî her çar demsal cuda bi cuda xweşikbûyina xwe nîşan dide.
 
Li gundan mirov jiyana herî xwezayî dijî, mirov xwe bi xweza, lawir, av û axê re dike yek. Lewma  jî jiyana gundan taybetmendiyên herî mirovî hildigirin û li gor wê tev digerin. Lê dema ku gund bi destên jinan hatibin ava kirin, bê guman wê cudahiya wî gundî hebe. Ji serdema Neolotîkê de jinan mohra xwe li xwezayê xistiye, jin her dem li ked û berhemên xwe xwedî derketiye. 
 
Dîroka gund
 
Gundê Borazê nêzî 200 sale hatiye ava kirin, li gorî ku gundî dibêjin Boraz ji aliyê jinekê ve hatiye avakirin. Jinek bi 2 zarokên xwe re ji ber zilma Osmaniyan ji bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê derbasî Kobana Rojavayê Kurdistanê  dibe û xwe li wir bi cih dike. Ew jin gund ava dike û nav dike Boraz, Boraz jî navê gundê wê ya Bakurê Kurdistanê ye.
 
Di sala 2000'an de hejmara gund 2000 mal bûn. Lê Rêjîma BAAS'ê ava bendava Tirşrînê berdidin nava gundan. Gundê Boraz û 24 gundên din ji ber zêdebûna avê hildeweşin û gel neçar dimîne ku malên xwe berdin û di nava zeviyên xwe de ji nû ve gund ava bikin.  Ji ber wê lehiyê gelek malbat ji gund derdikevin, niha tenê nêzî 200 malbat li gund dijîn. 
 
Xwezaya gund
 
Boraz Kantona Kobanê dikeve, li Bakurê gund Şêxler, Rojava çemê Firatê, Başûr Til El-Eber û Rojhilatê gund navçeya Qinê ye. Gelê gund ji eşîreya Reşwaniyan in.
 
Gund ji aliyê xwe yê xwezayî û çandinî de dewlemend e. Pembo, genim, garis, ceh, kuncî, zebeş, berbero  û bi sedan darên mişmiş, diraq, xox, sêv, menge, hêjîr, quz, hinar, zeytûn, peyam û canhîrik hene. Her wiha mirîşk, çêlek û pez jî hene. Gelê Borazê welatparêz in jî, di gund de 27 berxwedêr hene û 50 ciwan jî cihê xwe di nava refên YPJ/YPG de digirin.
 
'Borazê xwe bi şînkahiyê xemilandiye'
 
Boraz di vê demê de xwe bi kirasên kesk û nexşên zer, spî, sor û şîn xemilandiye. Bayê gund ku bi bêhna ax û avê re xwe kiriye yek mirovan evîndarê xwezayê dike. Di gund de bi sedan dar û kulîlk amedekariyên bişkivînê kirine. Çûk, ordeg û kevokan jî bi hev re tîrêjên rojê hembêz dikin. Gundî civatan di nav zevî û di bin siya daran de digerînin. A niha li gundê Borazê mêjî, dil, ruh û çavên mirovan di asîman û xwezaya Borazê de bi rengekî azad digerin. Me serdana gund kir û bi jinan re hevdîtin çê kir.
 
'Em di bihuştê de dijîn'
 
Zenubiya Ebdo Îsa ya 35 sal e li gund dijî wiha got: "Çemê Firatê di hembêza me de derbas dibe. Ji her derê gel tên ji xwe re digerin. Nêçîra masiyan dikin û li ber avê çê dikin û dixwin. Heger derfetên kesî nebe debara xwe bike, dikare bi masiyên çem bike. Gundê me ji bo me bihuşt e, çi jî bibe em ê dest jê bernedin."
 
'Bi destên jinan jiyana kolektîf hatiye avakirin'
 
Sebo Ibrahîm  bal kişan ser rola jinê ya di xwezayê de û wiha pê de çû: "Gelê Borazê welatparêz in, di hemû malan de gelek têkoşer hene. Her wiha di aliyê çandî de jî xwedî taybetmendiyên xwezayî ne. Di gund de jin gelek li pêş in, mirov dikare bêje ku di navbera gel de yekîtiyeke xurt heye. Bi destên jinan jiyana kolektîf hatiye avakirin. Li vir jî şopên jiyanek kolektîf heye."