Ji ser erdhejê 8 sal derbas bû: Hîna birîn nehatine kewandin

  • 09:09 4 Nîsan 2019
  • Jiyan
WAN - Birînên erdhêja li Erdîşê pêk hatin hîna nehatine kewandin û yên herî zede mexdûr bûn dîsa jin in. Sevgî Yildiz a di erdhejê de hevjînê xwe winda kir, bi 5 zarokî re têkoşîna jiyanê da. Sevgî wiha got: “Di hibijartinan de tên me dipirsin. Em bi salane deynê TOKÎ didin. Yanî li şûna dewlet piştgiriyê bide me, em di bin deyn de hiştin û tazmînatên me nedan.”
 
Li Erdîş a Wanê di 23’ê cotmeha 2011’an de bi pîleya 7,4 erdhej pêk hat û 644 kesî jiyana xwe ji dest dan, ji 4 hezarî zêdetir kes birîndar bûn. Piştî erdhêjê bi dehezaran kes mexdûr bûn, êşên mezin kişandin.
 
‘Min digot ez çawa zarokên xwe bifikirim’
 
Sevgî Yildiz daxuyakirin ku piştî hevjînê wê di bin kavilê de maye, yek jê di zikê wê de bi 5 zarokên xwe re maye û wiha pê de çû: “Ez 4 mehî ducanî bûm. Hevjînê min di înşatê de dixebitî, her tim diçû derve. Dihat malê û dîsa diçû. Roja erdhêj çêbû hat Erdîşê. Ji wir wê biçûna Stenbolê. Wê rojê erdhêj çêbû. Hevjînê min û birayê xwe jiyana xwe ji dest dan. Min digot ez ê çawa zarokên xwe biparêzim. Zarokê min yê herî mezin 8 salî yê biçûk 3 salî bû.”
 
‘Em di xaniyên bi xesar de man’
 
Sevgiyê bi lêv kir ku bi zarokên xwe re tenê maye û got: “Tiştekî me nemabû. Jiyan zehmet bû. Hevjînê min jî çû em tenê man. Beriya hevjînê min biçe 30 TL da min. Wekî din pereyê me tune bû. Em di konteynirê de man.”
 
‘Min di şertên zehmet de li zarokên xwe mêze kir’
 
Sevgiyê daxuyakirin ku wê di şertên zehmet de li zarokên xwe mêze kiriye û got ev têkoşîn ew gelek daye zorê û wiha pê de çû: “Jiyan ji bo me zehmet bû. Zivistanê ez bi 5 zarokî re li konteynirê mam. Vê têkoşînê ji emrê min bir. Em hemû di nava nivînekî de radizan. Hewa germ bû. Konteynir pir germ bûbûn. Me nikaribû bîhna xwe bigirin. Em çûn gundê xwe. Em demekê li wir man.”
 
‘Em nikarin deynê TOKÎ bidin’
 
Sevgiyê daxuyakirin ku bi pêşniyara xizmên xwe serî li TOKÎ dane û got: “Bi sedan kes wek min di avahiyan de ne. Ev 8 sale em wisa ne. Tevî 8 sal derbas bû tazmîta hevjînê min nedan. Em her meh pereyê TOKÎ ya 80 hezarî didin. Tenê di hilbijartinan de tên me dipirsin. Tevî bi salane em deyn didin deyn naqede.”