Welatiyên xaniyê wan hat hilweşandin sê sal in li bende av û ocaxa tenduristiyê ne

  • 09:07 11 Adar 2019
  • Jiyan
ŞIRNEX - Li Hezexê piştî qedexeyê gel bi gelek pirsgirêkan re hatin rû hev. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin avahî hatin çêkirin û dîwarên avahiyan hatin hilweşandin, ligel vê pirsgirêka avê naqede. Ocaxên tenduristiyê jî veguhertin qerekolan, gel navendek nû dixwazin.
 
Li Hezex a Şirnexê di 16’ê Sibata 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û heta 31’ê Adara 2016’an berdewam kir. Li taxa Turgut Ozal piştî pevçûnan nêzî 700 xanî hatin hilweşandin. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin jî nêzî 350 avahî hatin çêkirin. Lê ev du sale pirsgirêkên taxê naqedin.
 
Deriyê baxçe heye lê dîwar tune ye
 
Şêniyê taxê di mijdara 2017’an de li avahiyan bi cih bûn. Dîwarê baxçeyên avahiyan piştre bi hinceta ‘plana îmara nû’ xwestin hilweşînin. Li ser bertekan hilweşandin hat rawestandin. Piştî demekê vê carê şaredariyê xwest hilweşîne. Dîwar hatin hilweşandin û carek din destûr nehat dayîn ku bên çêkirin.
 
Şêniyan diyar kirin ku bi hinceta ‘firehkirina rê’ dîwar hatine hilweşandin û got ev pêkanîn polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê ye û ji armanca rantê ya qeyûm pêk tê. Gel got rê ji axê derbas nabe.
 
Du sal e pirsgirêka avê heye
 
Yek ji pirsgirêkên din a taxê pirsgirêka avê ya du sale tê jiyînê ye. Gel her tim pirsgirêka avê dijîn û bi rojan diçin ji taxên din avê tînin. Her wiha li şûna Ocaxa Tenduristiyê ya taxê jî qerekol hatiye çêkirin û gel daxwaz kir ku divê ocaxek nû bê çêkirin.