Gelê Efrînê ji bo şerê bajar amade ye!

  • 09:46 12 Adar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Destana gelekî kûrtir dibe û bi heybetek mezin dimeşe.  Ji bo mirovahiyê riyek nû ya di riya heqîqetê de nîşan dide. Lê faşîst û hêzên pişt wê  çi dikin wê çi bikin.  Wê ecîzî û şerma xwe çawa veşêrin, an jî wê karibin veşêrin.”
 
Sînem Adali
 
Efrîn û berxwedana serdemê
 
Efrîn û Destan
 
Efrîn û dagirkirin
 
Efrîn û jin
 
Berxwedana serdemê bi heybet e!
 
Hemû ziman, hemû hest, hemû kes, hemû kurd, û mirovahî rojeva wan berxwedana Efrînê ye. Berxwedan ket astek nû, berxwedanê aliyekî nû qezenc kir û berxwedan dikeve bajar. Gel li ser piyane, komkujî li ber çavan nayên girtin, qehremaniya zarokên xwe slav dikin.  Ji ber berxwedan û serhildanek  ku li cîhanê nehatiye dîtinê ye…
 
Belê, Gel û berxwedan, faşîst û komkujî, çiqas dijberî hevin. Wê gelek bi qehremaniya xwe dîrokê binivîse û  dîktator û hêzên pişt wan jî di dîrokê de bi çavsoriya xwe bên bibîranîn.  Di encamê de aliyê ku vî şerî wenda bikin wê çavsor bin…
 
Efrîn dibe Vîetnam
 
Nizanim em bibêjin  Vîetnam, em bêjin tiştekî din, lê berxwedana serdemê bi qasî ku hemû berxwedanan li pey xwe bihêle bi rumet e, bi biryar û îsrar e. Ji ber navê vê berxwedanê ‘Berwedana serdemê ye’…
 
Gel dibêje: “Hewce bike emê axê bixwin, lê em warê xwe terk nakin. Xaniyên me hilweşin jî emê berxwe bidin. Emê heta dawî bi rumeta xwe bijîn.”
 
Rumet çi ye?  Azadî ye, ji rêgezên xwe tavîz nedayîn e. Rumet pêşeroj e, rumet hêvî ye, rumet her tişt e. yên rumeta xwe winda bikin her tiştê xwe winda dikin.
 
Efrîn mabeda têkoşîna mirovahiyê ye
 
Gelê gelê Efrînê jî vê baş dizane. Ji bo vê ji bo rumeta xwe biparêze amadeye hebûna xwe ya pîroz feda bike. Xanî tên hilweşandin, talankirin, zarok jiyana xwe ji dest didin. Bi balafiran mirovan qetil dikin. Lê ji bo rumeta xwe wenda neke berxwe dide. Serî hil dide.  Efrîn hêviya mirovahiyê ya mîrateya têkoşîna mabeda mirovahiyê ye.
 
Her kes ji bo berxwedanê amade ye
 
Îro me bihist ku Artêşa Tirk û hêzên girêdayê wê du km nêzî Efrînê bûne. Ewil gel ev ragîhand.  Gotin ‘Dijmin tê lê em naçin cihekî’. Di berdewamiyê de jî gotin: “Em wek gelên din naçin welatên din û parskiyê nakin. Em li virin û wê li vir bin. Gel li wir di berxwedanê de ye. Gel ji bo şerê bajar amade ye.  lê hêzên bêrumet amadene ku her tiştî bidin jiyîn.  Destanek din ya gel kûr dibe û heybetê qezenc dike.  Ji bo mirovahiyê riyek nû ya di riya heqîqetê de nîşan dide. Lê faşîst û hêzên pişt wê  çi dikin wê çi bikin.  Wê ecîzî û şerma xwe çawa veşêrin, an jî wê karibin veşêrin.