Bi rihê Miştenurê dê faşîzma desthilatdaran têk biçe

  • 10:21 25 Çile 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Şaristan Nurhak
 
Herikandina şoreşa gelan bêyî ku were rawestandin bi pêş ve diçe. Şervanên azadîxwaz şerekî ku di dîroka mirovahiyê de dê bi tîpên zêrîn were nivîsandin li hemberî dagirkeriya dewleta tirk, didin meşandin ev şer şerê parastina rûmet û nirxên mirovahiyê ye. Ji roja ku li Rojavayê Kurdistanê an li Bakurê Sûriyeyê ala şoreşa gelan li ber asîmanan ve bilind bûye û heta niha dewleta tirk êrîşî deskeftiyên Kurdan dike. Dewleta Tirk her ku dijminahiya xwe li hemberî gelê Kurd zêde dike faşîzm zêde dibe û wê ev dewleta dagirker û Erdoganê desthilatdar bi vî navî di dîroka rojhilata navîn de cihê xwe bigire. Dewleta nîjadperest û serdest ya faşîst dijminahiya 100 salî ku li hemberî gelê Kurd diajo îro di şexsê şoreşa Rojava de ango îro bi êrîşên li ser Efrînê dide meşandin, xwe gihandiye asta herî bilind. Wê di şexsê berxwedana keç û xortên Kurd de li Efrîna berxwedêr dijminahiya 100 salan serberjêr biçe û xeta azadiya gelan bi ser bikeve.
 
Ev sê roj in dewleta dagirker a Tirk û OSO bi hemû teknîka xwe êrîşî Efrînê dikin. Û dixwazin ji aliyê bejahî ve bikevin Efrînê lê rastî berxwedaneke bê hempa yên YPJ-YPG'ê hatin. Hêzên desthilatdar ku dixwazin Efrînê bixin wê bi vê serxweşiya xwe ya daxwaza şer, di xewnên xwe yên ketina Efrînê de bifetise. 
 
Dîrokê her tim îspat kiriye ku çiqas hêz bi ser gelê Kurd de hatine nikaribûne vîn, bawerî û girêdana Kurdan a bi welatê xwe re qut bikin. Welatparêziya gelê me hîn zindî ye, çavkaniya xwe ji koka me ya pêşî digire. Gelê me yê Efrînê jî gelekî bi kok û xaka xwe ve girêdayî ye. Efrîn warê keda bi destên mirovan hatiye avakirin e. Efrîn bi berdêla keda însanan bûye warekî jiyan lê şîn bibe. Dewleta Tirk ji vê heqîqeta gelê Efrînê ne agahdar e. Çawa ku navê Kobanê di qirika Erdogan de ma wê Efrîn jî weke tîrkevanekê di dilê wî de were çikandin. 
 
Sekna serhildêr, bi vîn û bi biryar a jina Kurd qehr û tirseke herî mezin e ji bo desthilatdarên wekî Erdogan ku dijminê jinê ye. Gefên ku di şexsê jina Kurd de li hemû jinan dixwe heqîqeta binketina Erdogan a li hemberî mezinahiya 'jina şer dike xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin, tê heskirin azad dibe' bi xwe ye. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jina Kurd mezin bû. Sedema mezinbûna vê şoreşê ya yekem ev e ku jina Kurd bi feraseta parastina welat, ax û civaka xwe şer dike ye. Ev êrîşên dewleta Tirk di şexsê êrîşên li ser Efrînê de êrîşkirina li ser Şoreşa Jinê ye. Ji bo ku pergala konfederalizma demokratik mayînde nebe dewleta dagirker a tirk bi şêwazên herî qirêj û hovane bi çavsorî êrîşî pîroziyên gel dike. 
 
Jinên têkoşer, şerkar û azadîxwaz li seranserî Rojavayê Kurdistanê û li tevahî Bakurê Sûriyeyê ji bo dawî li hişmendiya Erdogan û hevkarên wî bînin xeleka berxwedanê honandine. Ew dengên azadiyê ku îro di şexsê dayikên me yên Efrînê de bilind dibe jî temsîla vê rastiyê dike. Gotina: 'Em bimirim jî em dev ji xaka xwe bernadin' îfadeya girêdana bi ax, can û welatê xwe re ye. Dewleta Tirk a ku şerê xwe li ser derew, talan, qirkirina Kurdan, hîlebazî, nîjadperestî û dijminahiya tevahî Kurdan daye destpêkirin dê tu carî nikaribe li hemberî vîna jina Kurd bisekine. Serok Apo, bi fikir, felsefe û paradîgmaya xwe ya netewa demokratîk em fêrî pirsên wiha kir; jiyan çawa tê jiyîn, şer çima tê kirin, parastin çima û çiqas girîng e? 
 
Me bi têkoşîn û şerê li Kobanê, Minbiç, Helep, Reqqa û Efrînê... bersiva pirsa jiyaneke bi rûmet çawa tê avakirin, da. Bi hezaran şehîdên me, xwîna xwe li ser her bihusteke vê xakê rijandin. Di xak û welatekî ku bêhna şehîd lê belav bûye de banga teslîmyetê kirin encaq bibe xewneke derewîn. Efrîn wê bi berxwedanê bibe çiraya ku tarîtiyê ji ber ronahiya mirovahiyê diqewitîne. Berxwedana Efrînê wê bibe navê israra avakirina jiyana bi hev re û netewa demokratîk.