Bênirxkirina planê

  • 09:08 14 Îlon 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Demên dawî de li dibistan an jî taxan destdirêjiya li zarokan zêde bûye. Bi salane mêran li dehan zarokî destdirêjî, tundî, çewistandin, tirsandin pêk anî. Ev tundiya sîstematîk bi salane didome. Ji bo van zarokan  jiyanek xwşeik ne pêkane gelo?"
 
Necla Yildiz 
 
Tundî bû parçeyek jiyana me. Heta sankî em bûne parçeyek tundiyê, dema tundî tê gotin yên wek ‘zordariya fîzîkî’ digirin dest dibe ku bêjin ez mezin dikim. Lê zordariya fîzîkî, tenê aliyekî tê dîtin yê tundiyê ye.
 
Qêrîn, heqeret, dijûn, biçûkxistin, di jiyana rojane de bi dehan carî em dibînin. Ev hemû di têgeha ‘bê nirxbûnê de’ kom dibin. Ev ruyê tundiyê yê  tê dîtinê ye lê di esasa wê de ‘bê nirx hiştin’ heye.  Mirovê vê bê nirxbûnê  hîs dikin, her roj neçare ruyê herî bi êş yê tundiyê bibîne.
 
Mirovên li cihê ku xwe bê nirx bibînîn, ne pêkane ku bi îradeya xwe bijîn. Di fîlmê bi navê ‘plan 75’ de esas wisa hebû. Li gorî plana ku dewletê ji bo mirovên di ser temenê 75’an de amade kiriye de; ji bo civakek hîn xweş û xurt bê afirandin divê ev kes bimirin. Yên dixwazin bijîn, ji bo li ser piya bimînin hewl didin. Lê ji ber ev pergal hêviyê nade, neçar dimînin mirinê tercî bikin û her roj bi sedan kal û pîr, li nexweşxaneya ku ji bo wan hatiye amadekirin, tên terkirin. Dîtin û hîskirina qêrîna van mirovan pêkan e.
 
Di fîlm de yekser serî li zordariyê nayê dayîn. Lê hesta tenê hiştinê, bê çare hiştin, bê kes dîtin û gelek hestên din, vê tercîhê li wan ferz dike. Ji xwe nokteya esas jî ev e. Ji bo mirinê qebûl bikin, planên cur bi cur tên amadekirin û propaganda mirinê tê kirin. Tecrube û keda wan ya bi salan ji bo welat hatiye dayîn tê piştguhkirin. Heta vê demê hemû normên ku kes dikin kes, di carekê de dişînin mirinê. 
 
Ferzkirina mirinê ya li vê koma temen, ji ber cudahiya wan e. Em hinek bifikirin; sedema tundiya îro jî ji ber cudahiyê nîne?Aliyên ku xwe mezin dibînin, aliyê ku ji xwe qelstire di çeiwsîne û wek kêmasî dibîne. Çareseriya herî mayînde a li dijî vê jî, bikaranîna rêbazên tundiyê ne. Bi kurtasî ‘plana bê nirx hiştinê’ di dewrê de ye.
 
Demên dawî de li dibistan an jî taxan destdirêjiya li zarokan zêde bûye. Bi salane mêran li dehan zarokî destdirêjî, tundî, çewistandin, tirsandin pêk anî. Ev tundiya sîstematîk bi salane didome. Ji bo van zarokan  jiyanek xweşik ne pêkane gelo? Li aliyê din jî em nikarin bêjin ku ev zarok hemû diaxivin. Piranî zarok ji ber tisa malbat, derdorê, tiştên ku dijîn vedişêrin an jî zarok ji ber tiştên dijîn xwe wek gunehkar dibînin. Perwerdehiya digirin jî ji ser bênirxkirina jin û mirovan hatiye plankirin. Sedema ku zarokan bêdeng dihêle, eve ku dema biaxivin bertekên tên nîşandin. Bi sedan sedem dibin bêdengiya li dijî tundiyê. Wê demê encama derdikeve holê ev. Neçarî bêdengiyê kirin jî tundiye.
 
Betalî û xizanî jî tundiyeke. Jin her roja xwe bi tirs derbas dikin û encama tundiyê ye. Bêhêvî hiştin jî tundiye. Dema mirov nikaribe mafê xwe bixwaze jî ev tundiye. Qirkirina xwezayê tundiye. Di vê hawiara tundiyê de mirovan bixwebawerî jî tuneye. Di tundiyê de çareseriya herî mezin rastiye.  Divê em vê qebûl bikin ku hêmaya tundiyê heye û ev tenê bi rêbaza zorê sînor nîne. Sînorkirina tundiyê nabe çareserî.
 
Dema têkoşîn li dijî tundiyê tê dayîn, girîng e ku nirx ji bo mirovanî, xwezayê bê dayîn. Di cîhana em dijîn de yekane rastiya şîn dibe li ser rastiyê ye. Yekane tundiya di dîrokê de jî bi bênirxkirina rastiyan hat jiyîn. Ji bo em nebin hevkarî vî sûcî divê em têbikoşin. Divê em berê xwe bidin modernîteya demokratîk û alternatîfa herî esas a sedsalê ava bikin. Di encamê de: mirovên vê erdnîgariyê dewlemendiya herî mezinin. Divê mirovên ku polîtîk ahlaqî nêrî xwezayê dibin, civakî dibin, neyên windakirin. Mirovên vê erdnîgariyê, tevî tundiya bê nirx hiştinê, têkoŞîna hebûnê didomînin. Çareserî dîsa mirov in. Wek di gotinê de jî tê gotin: “Tu li çi bigerî heye bi mirov re\madem ku ez mirovek im.” 
 
*Ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê