Xemgîniya li ser rûyên zarokan

  • 09:06 19 Kanûn 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Dema ku mirov ji kolanên navçeya Zirganê re derbas dibe bêdengiya zarokan ku li her derê serwer bûye hîs dike. Zarokên ku hene jî yan li quncikên malên xwe dilîzin an jî ji ber topbarana dewleta tirk dernakevin
 
Sorgul Şêxo
 
Lîstok sêwî, dibistan û kolan ji dengê çûkên aşîtiyê bêdeng mane. Zarokên ku pêwîst bû niha di dibistanên xwe de perwerdeya xwe ya salê bibînin niha di dibistanên xwe de mîna koçberan bicih dibin. Zarokên ji ber dibistanên xwe derbas dibin bi çav û dilekî xemgîn û bi hesret lê dinêrin. Mirov di nêrîna wan de vê pirsê dibîne 'Gelo rojek heye em dîsa vegerin dibistanên xwe û bi refê xwe û bi mamosteyên xwe re perwerdeya xwe bibînin?' Ne tenê kolan, baxçeyên zarokan jî bêdeng mane. Kolanên ku tijî zarok bûn bi lîstikên xwe hêviya mirovan û girêdana wan a bi jiyanê re xurt dikir niha ji ser axa xwe hatine koçberkirin. 
 
Hemî zarokên li cîhanê zaroktiya xwe dijîn, fêrî ziman, dîrok, erdîngarî û hewaya ku bêhna mirovan li jiyanê vedike û fêrî gelek amûrên hunerê dibin, lê di rastiyê de ne tenê fêrbûn e hîskirin e jî. Zarokên Rojava li şûna ku perwerdeya xwe bibînin di lîstikên ku di her quncikên kolanan de û di çolan de bûn e şervanên ku şerê kolanan dikin û fermandarên ku talîmatan didin heman demê de di lîstokên xwe de êdî şerê hember balafiran jî dikin. Zarok ewqasî ji temenê xwe mezintir xuya dikin ku êdî di cîhanekê de dijîn ku her roj ji bo jiyankirineke bi rûmet şer dikin û parastina nirxên xwe dikin.
 
Dema ku mirov ji kolanên navçeya Zirganê re derbas dibe bêdengiya zarokan ku li her derê serwer bûye hîs dike. Zarokên ku hene jî yan li quncikên malên xwe dilîzin an jî ji ber topbarana dewleta tirk dernakevin. Lîstokên ku her kêlî zarokan dilîstin êdî sêwî mane. Kulîlkên ku di bihara temenê xwe de şîn nebûn ji nişka ve çilmisîn û payîz li wan ket. Hezkirina zarokan ji jiyanê re mîna eşqa deryayên bê dawî ye.
 
Di buharê de koçberiya gelê Efrînê, di havînê de agir bi dilê dayik û cotkaran ket û simbilên wan yên genim û zeviyên wan şewitîn. Di payîzê de jî dewleta tirk bi hinceta 'Herêmeke Ewle' qaşo ji bo koçberan bi sedan gund tevî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û êrîşa berfirehkirina dagirkeriyê jî heta Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê jî dewam dike. Di vir de zivistanê jî ji ber xemgînî û şewitandina dilê dayik, zarok, dapîr û bapîran kincê reş li bejna xwe kiriye. Tevî ku hemî demsalên salê bûne payîz, lê gelê Rojava bi îrade, hêz, bîr û baweriya xwe ya bi serkeftina felsefeya jiyana azad dê payîzê veguherîne biharê û li ser axa xwe û li tevahî deverên ku bi xwîna cangoriyên azadiyê hatiye avdan mîna tovan lê bibarin û bijîn û dîsa xaka Mezopotamyayê ji hemî rengê êrîş û dagirkeran biparêzin.
 
Berî ku di payîzê de pelê daran biweşin dewleta tirk rihê mirovan jê sitand û nehişt ku bihara temenê xwe bijîn û bidin jiyîn. Zarokên ku ling û destê wan ji ber topên dewleta tirk hatine jêkirin û zarokên piştî şer ketine rewşa astengdariyê dê tola xwe hilînin. Hovîtî û dagirkeriya dewleta tirk di dîrokê de tê nivîsandin, zarok û ciwan jî dîroka herêma xwe dê bixwînin û bi nifşên nû re bidin nasîn. Ew zanyariyên di pirtûkan de wê ji cîhana bêdeng, kor û lal re bibe zimanê vegotina hest û birînên ku salan e nehatiye kewandin .