Serêkaniyê malzaroka Herêma Firat û Cizîrê ye

  • 09:03 23 Cotmeh 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Berî êrîşan gel bi rihê jiyaneke hevbeş dijiyan, tu kesî nedigot ev Kurd e ango Ereb e. Bi rihê ku ew hemû mirov in û tu dijminahî di navbera wan de tune ye dijiyan. Lê piştî êrîşên dewleta tirk û koçberkirina gelên li wir dê gelek tişt di warê neyînî de bên guhertin. 
 
Sorgul Şêxo
 
Serêkaniyê, şaristaniya mirovahiyê, destpêka dîroka mirovahiyê, kaniya aşîtî, wekhevî û jiyana hevbeş a li hember hemû rengên pişaftinê ye. Serêkaniyê ji serdema Osmanî û Firansiyan de li berxwe daye û di dîroka mirovahiyê de parastina çanda resen kiriye û bi tîpên zêrîn rûpelek nû di dîrokê de vekiriye. Îro jî  li hemberî artêşa tirkan a weke Hêza Duyemîn a NATO' yê tê zanîn berxwedaneke ku di vegotina wê de ziman pûç dibe tê nîşandan. Tenê birîqîn û awirên çavên keç û xortên ku bûn şahidê lehengî û wêrekiya rêhevalên xwe û kelecana wan ku her dem digotin ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Bijî Serok Apo’ vedibêjin.
 
Serêkaniyê destpêka şaristaniya mirovahiyê ye. Di aliyê erdnîgarî de dikeve navbera Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdsitanê, bi xweşikbûn û bedewiya ax, kanî, çem û robarên xwe her wiha xwezaya ku bêhna mirovan lê vedibe tê nasîn. Di Serdema Aramiyan de bi navê (Gabara) serdema Aşûryan (Gozana), serdema Romaniyan (Reş Êno, çandina Gulan, Ên Werid ango Çavê Gulê) dihat nasîn. Serêkaniyê di serdema Ebasiyan de xwedî cihekî girîng bû, ew navenda bazirganî û cihê karwanên wan bû. Selah El-Dîn El-Eyûbî Serêkaniyê ji xwe re wekî cihê 
bêhnvedanê hilbijartibû.
 
Di Serêkaniyê de bajaroka Til Helefê heye. Til Helef dîrok û şaristaniya Mezobotamiyayê digire nava xwe û zakîreya dîroka 5 hezar sal e. Serêkaniyê kilîta ku Herêma Cizîrê û Firatê bi hev de girê dide, ango ew malzaroka herdû herêman e. Gelê Kurd, Ereb, Şîşan, Mardilî, Turkmen,  Suryan, Ermenî û Êzîdî lê dijîn, bi van netewan bedewbûna çand, exlaq û dîroka herêmê bi rengê wekheviyê tê diyarkirin. Gel debara xwe bi çandinî û bazirganiyê dikin. 
 
Di 12'ê Mijdara 2012'an de çeteyên Cebhet EL-Nusra û fesîleyên mîna Ehrar El-Şam û Sultan El-Mûrad, Neviyên Temo û gelek fesîleyên din mîna Hêzên Opesizyonê bi pêşengtiya dewleta tirk lê bi rengekî dizî ne eşkere, êrîşî Serêkaniyê kirin lê Şervanên YPG û Gelê Serêkaniyê çekên xwe hilgirtin û parastina bajarê xwe kirin. Di encama şer de gelek sivîl şehîd bûn û piraniya welatiyên herêmê koçî bajarên din bûn. Piştî şerekî demdirêj herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Piştî wê Meclisa Gel hate avakirin û paşê gav bi gav êdî sîstema Rêveberiya Xweser û Projeya Netewa Demokratîk hate rûniştandin. Ji avakirina komînan heta saziyên civakî hemû li peyî hev hatine sazkirin û di xizmeta welatiyande bûn.
 
Berxwedana Serêkaniyê bû şahidê êrîşên dewleta tirk. Li hemberî êrîşan hêzên navneteweyî li dijî metirsiya ser gelê herêmê nerazîbûnên ku êrîşan bidin rawestandin nîşan nedan. Berxwedana şervanên ku ji bo axa xwe şer kirin û rûpeleke nû di dîrokê de vekirin di dîrokê de deng veda. Serêkaniyê dîroka di hundirê dîrokekê de ye.
 
Piştî rizgarkirinê êdî dewleta tirk Serêkaniyê kirin hedefa guleyên xwe û her roj li gundên seranserî sînor zarokên ku dilîstin, jin û dayîkên ku baxçeyê xwe diçandin û kalê ku şivantiya pezê xwe dikirin rastî guleyan dihatin. Hejmareke pir zêde şehîd bûbûn. Dewleta tirk bi gelek hêzan êrîşî Serêkaniyê ji Cebhet EL-Nusra heya DAÎŞ bigire bi ser neket û bi hêza şervanan û îradeya gelan êrîş vala derdiket û berxwedana gelan bi ser diket. 
 
Ji 9'ê Cotmehê ve dewleta tirk bi komên girêdayî xwe û gelek hêzên navneteweyî bi rengekî pir dizî ve bi giranî êrîşî Serêkaniyê kirin ne tenê bejahî ji hewayî jî êrîş kirin. Di encamê de gelek sivîlên ku taxa xwe ji dijmin diparastin rastî gule, top, hawan û balafirên dewleta tirk dihatin. Hejmarek pir zêde jî şehîd bûn. Hejmareke din jî ku bi sed hezaran şêniyên ku li Serêkaniyê dijîyan neçarî koçê bûn û niha li navçeya Til Temir û bajarê Hesekê li dibistanan hatine bicihkirin.
 
Berî êrîşan gel bi rihê jiyaneke hevbeş dijiyan, tu kesî nedigot ev Kurd e ango Ereb e. Bi rihê ku ew hemû mirov in û tu dijminahî di navbera wan de tune ye dijiyan. Lê piştî êrîşên dewleta tirk û koçberkirina gelên li wir dê gelek tişt di warê neyînî de bên guhertin. 
 
Şervanên YPJ/QSD'ê destanên lehengiyê li Kelha berxwedanê û rûmetê nivîsandin. Li hember hêza duyemîn a NATO' yê şer kirin. 12 Rojan li ber tank, top û balafirên dewleta tirk berxwedaneke ku li hember wê ziman pûç dibe, hate kirin. Berxwedana 12 rojan berxwedaneke dîrokî bû, heta vê kêliyê jî berxwedan li gelek deveran dewam dike. 
 
Duh lihevhatina di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de û li gorî bendên wê hêzên QSD xwe ji Serêkaniyê Kelha Berxwedanê kişand da ku hêzên navneteweyî lê bi cih bibe. 
 
Armanc ne 'Herêma Ewle' ye, armanc dagirkirina xaka Sûriyeyê ye û li hevduparkirin e, lê gelê Kurd dest ji berxwedana xwe bernade heta ku statuyeke kurdî were avakirin û li welatê xwe azad û bi rûmet bijîn.