Li dijî bloka faşîzmê Gelê Kurd rolek girîng lîst

  • 09:03 25 Hezîran 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Sorgul Şêxo    
 
Divê Kurd her dem bêtir doza mafê xwe bikin. Divê sînorên tirs û bêbaweriyê bên hilweşandin. Dema wiha bibe dê Kurd bi ser bikevin
 
Pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi analîzek xurt heye. Niha her hêzek tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin loma ev pêvajo her ku diçe dijwar dibe. Di nava vê dijwariyê de Gelê Kurd bi bandor dibe. Di vê pêvajoyê de yekîtiya Kurd girîng e. Lê yên wekî Nêçirvan Barzanî ji bo berjewendiyên kesayetî her tiştî bi ya Tirkiyeyê dike. Ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengiya rayedarên Herêma Federal diyar dibe ku Kurd ne yek in. Heger rayedarên Herêma Federal destûr neda dê Tirkiye wiha bi hêsanî  nikariba êrîş bikira. 
 
Tevî ku niha axa Başûr jî tê dagirkirin, lê dîsa jî Serokê herêmê wî diparêzin û dibêjin ew hatine ku Başûr ji 'terorîstan' rizgar bike. Heger Kurd nebin yek ew ê her dem bên qirkirin û hedef bên girtin. Li Tirkiyeyê razandina herî mezin ji şer re tê kirin. Lê divê ne tenê gelê Kurd gelê Tirk jî li dijî vê yekê bisekine. Li dijî qirkirina dîrokî, çandî, ziman û şaristaniyê gelê Kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Loma li dijî faşîzmê di 23'ê Hezîranê de nexşerêya tirkiyeyê guhert. Li dijî bloka faşîzmê Gelê Kurd rolek girîng lîst. 
 
Divê Kurd her dem bêtir doza mafê xwe bikin. Divê sînorên tirs û bêbaweriyê bên hilweşandin. Dema wiha bibe dê Kurd bi ser bikevin.Çareseriya hemû pirsgirkên Rojhilata Navîn, dawî kirina desthilatdariyê û pêkanîna demokrasiyê bi fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkane. Berê jî di hevdîtina xwe ya yekemîn de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got ku ez dikarim rolê di çareserkirina krîza Sûriyê de bilêyzim, lê xuyaye ku Dewleta Tirk, Rêjîma Sûrî û Rûsyayê ne bi dilê wan e ku krîz çareser bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navên nêrîn û sekna Abdullah Ocalan û gelê Kurd girîng û taybet e.