Rehê berxwedanê ji Heleb, Efrîn û heta Şehpayê dirêj bûye

  • 09:12 22 Hezîran 2019
  • Ji Pênûsa Jinan

Her çendî ku şert û mercên penabertiyê zehmet be jî, pirsa ku destpêkê tê pirsîn ‘em ê kengî vegerin Efrînê’ ye. Vegera Efrînê ji wan re ne xeyalî ye  baweriyeke zindî û israreke mirovatiyê ye. Vegera Efrînê daxwaziya bingehîn e.

 
Devrîm Amed
 
Rehê berxwedanê ji Heleb, Efrîn û heta Şehpayê dirêj bûye. Dema ku mirov ji Herêma Firatê berê xwe dide Helebê li ser riya mirov, Çiyayên bi dar ava mezin-çemê Firatê û destpêka riya Şehpayê ye.  Li Wargeha Şehbayê jî nirxên berxwedana Serdemê lê kom bûye. Dema ku mirov bixwaze biçe Şehbayê rawestgeha di destpêkê de Heleb e. Heleba bi nav û deng ji aliyê bazirganî, refah û bedewabûna mîmariyê ve bûye  modela şaristaniya demokratîk. Li vî bajarî çandeke gelan a ku bi sedan salan e di nav hev de dijîn heye. Mînaka wê ya herî ber biçav jî, li ber her mizgefteke, Dêr, li ber her Dêrekê jî  mizgefteke heye. Ji nakokiyên olî û mezhebî dûr li hevkirina çanda gelan weke ahenga çanda Helebê ye. Çanda dewlemend û hezkirina mirovan ji hev re dihişt ku her mirov Bajarê bedew bixe dilê xwe û bajar jî mirovan hembêz bike.
 
Lê ji ber şerê ji sala 2011’an ve ev çand û civakbûna bi rûmet ji her aliyan ve belav bû, hinek bûn koçber, hin çûbûn Efrînê û hin jî, ji ber kavilbûna xaniyên xwe mala xwe bar kirin û ketin ser riya koçberiyê. Lewma heta niha jî li ser her avahî, xanî, kolan, tax û sûkê şopên şer û û berxwedanê heye. Ev ax, xanî, mirov û berxwedêr  hemû dîroka  xwe li ser vî bajarî nivîsandine. Loma dema ku mirov diçe Helebê naxwaze pêl axa wê ya nazik bike û hestên mirovan ji hundur ve difûrin dibin derya û careke din li dilê mirov dide û gotin di qirikê de dibe girêk.
 
Dilê Bajarê Şaristaniyê Helebê, Şêxmeqsûd û Taxa Eşrefiyê ne. Li Şexmeqsûd û Eşrefiyê ji ber şerê dijwar gelek xanî kavil in û mirov piraniya wan di nav wan xaniyên kavil de dijîn. Zarok li kolanan bi karakterê xwe yê zarokatî  ji cîhana şer dûr bi lîstokên xwe re dibin yek. Di nav xaniyên kavil de lîstoka zarokan êş û coşê bi hev re weke du hestan xwe li dilê mirovan dide. Li Bajar êdî her tişt şahidiya şer kiriye û şer jî bûye dîroka Helebê. Di nav Heleba kavil de parastina gelê wê jî ji aliyê asayişa gel ve tê kirin.
 
Heleb xirab bû, lê bi berxwedana xwe li ser piyan e. Berxwedêrên nehiştin ku Heleb bikeve li dijî El-Nusra û bajarên xwe parastin. Piştî du rojan li Helebê  em berê xwe didin Şehbayê. Navbera Heleb û Şehbayê riyeke kurt û kêm e. Lê ji bo rojnamevaneke ev rê ne ewqasî kurt e. Ji ber ku li ser her taxeke bûyerên ku hatine jiyîn û xirabûna bajêr divê ku mirov  her kêliyan bikşîne û ji dîroka berxwedanê re bihêle. Di dawiya bajarê Helebê de Taxeke ku ji hemû bajêr bêhtir xirab bûye, navê wê jî Taxa Filîstînê ye, Taxa Filîstînê dîmenê xwezayê tîne bîra mirovan, weke yên ku li vir şer kiribin îsraîlî û filîstînî bin.
 
Di nav sietên nîvro yê de em digihînin warê berxwedanê wargeha serdemê ya Şehbayê ku penaberên Efrînê lê dijîn. Li wargehê ewlekariya hundirîn hatiye birêxistinkirin û keç û xortên wargehê bi xwe parastina wargeha xwe dikin. Piştî pêşwaziyê me derbasî wargehê dikin û em berê xwe didin wargehê. Her malek di çadirekê de ye û hemû pêdiviyên wan ji aliyê meclîsa sivîl a Şehbayê ve tên pêşwazîkirin. Her çendî ku şert û mercên penabertiyê zehmet be jî, pirsa ku destpêkê tê pirsîn ‘em ê kengî vegerin Efrînê’ ye. Vegera Efrînê ji wan re ne xeyalî ye  baweriyeke zindî û israreke mirovatiyê ye. Vegera Efrînê daxwaziya bingehîn e.
 
Li van taxan 4 wargehên esasî hene: Wargeha Serdemê, Berxwedanê,Vegerê û wargeha Koçeran bi temamî 4 wargeh hene. Li her wargehê jin, keç û zarok  serpêhatiyên xwe tînin ziman. Asta zanebûn û têgihîştina wan mirovan matmayî dihêle. Gotina ku “di keviran de kulîlk diçînin” tîne bîra mirovan.
 
Tevî ku di demek kurt de evqasî jiyana xwe bi rêxistin kirine jî, lê niha jî pirsgirêkên wan yên ewlekariyê xilas nebûne. Dewleta Tirk her roj bi Topên Hawanê û çekên giran li wan dide, da ku ji wir jî birevin û axa xwe bi temamî ji çete û dagirkeran re bihêlin.
 
Tevî hemû êrişan jî di demeke kurt de li Şehbayê Marketa Efrînê hatiye çêkirin. Ji sûkê bigire, heta çandiniya Bostanan bi her awayî  gel hezkirina xwe ya ji jiyanê re dide diyarkirin. Li ser dagirkirina Efrînê tevî ku 15 meh jî derbas bûne, hîn jî rewşa penaberan ne diyar e û siberoja wan ne bi ewle ye.