Rojnameger Elîf Akgul beraet kir

  • 13:26 27 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rojnameger Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir. 
 
Danişîna 2’yemîn a rojnemager Elîf Akgul a ji ber parvekirinên xwe yên ser medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, di 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Elîf, parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar û Mûhammed Ûnsal di danişînê de amade bûn. 
 
Di danişîna ewil de dozger cezakirina Akgulê xwestibû û di danişîna duyem de jî mutalaya xwe dubare kir. Elîf jî anî ziman ku parvekirinên wê ne sûc in û beraeta xwe xwest. 
 
Beraeta muwekîla xwe Elifê xwest
 
Parêzera Elîfê, Emîne Ozhasar jî da zanîn ku muwekîla wê di çarçoveya azadiya xwe îfadekirinê de parvekirinan kiriye û anî ziman ku di parvekirinekî xwe de leşkerên ku silavê dane endamên DAIŞ’ê hevrû kiriye, di parvekirinekî xwe ya din de jî peyva “gerîlla” bikar aniye. Emîne piştî parastinê beraeta muwekîla xwe Elifê xwest. 
 
Daxwaza bereatê
 
Parêzer Mûhammed Unsal jî bal kişand ser têgihiştina Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn û da zanîn ku muwekîla wî di çarçoveya azadiya mafê xweîfadekirinê de tevgeriyaye û beraeta muwekila xwe xwest. 
 
‘Li gorî mafên welatiyan yên destûra bingehîn biryarekê bidin’
 
Herî dawî dadgehê mafê axaftinê da Elifê. Elif wiha got: “Di jiyanek aştiyane de jiyîn û li dijî şer sekinîn mafê min ê bingehîn e. Ez dixwazim hûn li gorî mafên welatiyan yên destûra bingehîn biryarekê bidin.” 
 
Biryara bereatê 
 
Dadgeh qaneh bû ku îdiayên tên sepandin wek qanûnî pêk nehatine û derbarê Elifê de biryara beraeta da.