Rojnameger Dîlan Babat berat kir

  • 12:10 5 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Nûçegîhana JINNEWS'ê Dîlan Babat û nûçegîhanê MA'yê Firat Can Arslan ji doza ku bi hinceta merasîma cenazeyê Nagîhan Akarsel şopandine, bi îddiaya "Hedefgirtina peywirdarên cemaweriyê yên li dijî terorê têkoşînê dikin" li wan hatibû vekirin, berat kirin. 
 
Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi êrişa çekdarî jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegîhana JINNEWS'ê Dîlan Babat û nûçegîhanê MA'yê Firat Can Arslan di 13'ê Cotmehê de li Taxa Golyaziyê ya navçeya Cihanbeyliya Konyayê merasîma cenazeyê Nagîhanê şopandibûn. Bi hinceta merasîma cenazeyê Nagîhan Akarsel şopandine, bi îddiaya "Hedefgirtina peywirdarên cemaweriyê yên li dijî terorê têkoşînê dikin" li Dîlan û Firat doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin. 
 
Dîlanê li Edliyeya Sihhiye ya Enqereyê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Firat jî li Girtîgeha Sîncanê ya lê girtiye bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû. 
 
Rûniştinê piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. 
 
Dîlanê sûcên li dijî xwe red kir û got ên ku gef li wan hatin xwarin em bûn. 
 
Firat jî parastina xwe kir û da zanîn ku yê azadiya çapemeniyê binpê kir fermandarê li wir bi xwe bû û got ew mutalayê û sûcên li dijî xwe qebûl nake. 
 
Parêzer Avukat Şevin Coşkun da zanîn ku şopandina nûçeyan a Dîlan û Firat di çarçoveya "azadiya çapemeniyê" de hatiye kirin. 
 
Şandeya dadgehê Dîlan û Firat berat kir.