Bi îdiaya ‘heqeretê’ cezayê pere dan Emîne Şenyaşar

  • 18:52 14 Îlon 2023
  • Hiqûq
RIHA- Der barê Emîne Şenyaşar de  bi hinceta gotinên ku dema Nobeta Edeletê ya li ber Edliyeya Rihayê aniye ziman bi îdiaya ‘hqeretê’ doz hatibû vekirin û 5 hezar û 800 TL cezayê pere dan Emîne Şenyaşar 
 
Emîne Şenyaşar ku du kurê wê û hevjînê wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin di 9’ê Adara 2021’ê de li ber edliyeya Rihayê dest bi nobtea Edeletê kirbû. Di roja 846’emîn de nöbet birin ber wezareta Dadê.
 
Der barê Emîne Şenyaşar de  bi hinceta gotinên ku dema Nobeta Edeletê ya li ber Edliyeya Rihayê aniye ziman bi îdiaya ‘hqeretê’ doz hatibû vekirin. Di runiştina ku hat dîtin de heyeta dadgehê 5 hezar û 800 TL cezayê pere dan Emîne Şenyaşar.