Du jinên hatibûn girtin, hatin tehliyekirin

  • 14:26 14 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED/WAN - Evîn Doster û Hulya Ertaş ên li ser îfadeyên şahidê vekirî Umit Akbiyik hatibûn girtin, hatin tehliyekirin. 
 
Li ser beyanên şahidê vekirî Umit Altinbiyik, di 25'ê Nîsanê de Evîn Doster hatibû binçavkirin û piştre hat girtin. Evînê bi sûcê "Endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Rûniştina ewil a Evînê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Evîn û parêzerên wê Zeynep Karayilan, Vedat Yenturk û Bayram Aydemir li rûniştinê amade bûn. Umit Akbiyik bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. 
 
Evînê di parastina xwe de diyar kir ku bi mehan e ew bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û xwest bê berdan. 
 
Şahidê vekirî Umit Akbiyik jî îfadeyên bi nakok da. 
 
Parêzeran dan zanîn divê îtibar ji bo beyanên şahid neyê nîşandan. 
 
Evînê bi kontrola tedbîra edlî hat tehliyekirin. Rûniştin taloqî 7'ê Mijdarê hat kirin. 
 
Hulya Ertaş jî hat tehliyekirin
 
Du dosyayên Hulyayê yên Amed û Wanê kirin yek. Hulya jî bi beyanên Umit hatibû girtin. Rûniştina yekem a doza Hulyayê bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Hulya û parêzerê wê Şerzan Yelboga, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn. Parêzerê dinê yê Hulyayê Baran Bilici jî li eywanan rûniştinê amade bû. 
 
Di rûniştinê de Hulya û parêzerên wê parastin kirin. 
 
Heyeta Dadgehê bi kontrola tedbîra edlî û bi biryara qedexeya derketina derve Hulya tehliye kir. Rûniştina din taloqî 23'yê Mijdarê hat kirin.