Li Narîn Gezgor cezayê girtîgehê birîn

  • 16:10 11 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
 
AMED - Li Endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor , di daneşîna biryarê de bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê"   7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hat destpêkirin di 22'yê Gulanê de     
Narîn Gezgor ku endama damezrîner a komeleyê bû hatibû binçavkirin û girtin. Narîn a ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin di daneşîna yekem a dozê de hatibû tahliyekirin. Daneşîna biryarê ya dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin . Narînê tevli daneşînê nebû lê parêzerên wê amade bûn. 
 
Dozger di mutalaya da de xwest ku Narînê ji "endmtiya rêxistinê bê cezakirin" û biryara berdewamiya ku bi şertê kontrola edlî li derve bimîne da. 
 
Parêzeran jî xwest ku muwekîla wan bê beraetkirin.
 
Heyeta Dadgehê, derbarê Narînê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn û biryara ku bi şertê kontrola edlî li derve bimîne da.