4 mêrên ku fuhuş li ser zarokan ferz kirin hatin tehliyekirin
- 12:47 5 Sibat 2020
- Hiqûq
RIHA - Ji 5 mêrên ku li Serêkaniyê êrîşa zayendî li dijî 4 zarokan pêk anîn û girtî dihatin darizandin 4 jê hatin tehliyekirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê mêrên bi navê A.B., C.H., M.Y., M.A., û M.B. di sala 2018’an de êrîşa zayendî li dijî zarokên bi navê S.A., E.A., S.A. û L.Y. ên temenê wan di navbera 15 û 17’an de diguherin pêk anîbûn û fihûş li ser wan ferz kiribûn. Bi sûcên “Bêparhiştina ji azadiya wê/wî” û “Îstîsmara cinsî ya biwesf li zarokan kirine” derbarê her 5 bersûcan de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê hat lidarxistin. Bersûc M.A., A.B., C.H. û A.Y. ên ji nîsana 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ne bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Bersûc M.B. ê negirtî tê darizandin beşdarî danişînê nebû.
Piştî tespîta nasnameyan bersûcan parastina xwe kir û sûcdariya derbarên xwe de red kirin û xwestin bên berdan û beratkirin.
Parêzerên zarokan jî dan zanîn ku bersûc dixwazin bi van beyanan ji sûcê kirine rizgar bibin û xwestin bi awayê herî giran werin cezakirin.
Heyeta dadgehê, mudaxîliya Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Rihayê ya dosyeyê jî red kir.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bêyî tu hêncetê diyar bike, biryara bersûc M.A, A.B., C.H. û A.Y. ên girtî werin berdan da û derbarê wan de biryara qedexeya derketina derveyî welêt hat dayin.
Danişînek din taloqî 23’ê îlonê hat kirin.