Ji bo çareseriyê çarçoveya qanûnî û şertên xebata serbest şert in!

  • 09:03 30 Çile 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, tiştên ku di sala 2013'yan de di derbarê demokratîkbûyîn, çarçoveya qanûnî û şert û mercên xebata azad de îro jî rojevîbûna xwe diparêze.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi salan e li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û agahî jê nayên girtin û Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûna 2024'an de hevdîtin pêk anîn û ya duyemîn jî di 22’yê Çile de pêk anî.
 
Di daxuyaniyên heyeta DEM Partiyê ku têkildarî hevdîtinan de, diyar kir ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Hate parvekirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser mijarên bingehîn ên weke demokratîkbûyîn û rola Meclîsê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de.
 
Li gel ku daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên di hevdîtinan de di rojeva raya giştî de pir tê nîqaşkirin, hikûmeta AKP'ê tevî ku dem derbas bûye jî ji bo çareseriyê tu gav neavêtiye.
 
Xalên ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd anîbû ziman, di navbera 2013-2015’an de jî bibû rojev. 
 
Girîngiya serbestbûnê
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Hezîrana 2013’yan de diyar kiribû ku ji bo rola xwe bilîze divê şert û mercên wî bên avakirin û gotibû: “Ez mirovê herî azad yê Tirkiyeyê me. Hûn nikarin hiqûqa mahkumbûnê pêk bînin. Di alî teorîk de qe nebe ev e. Ez ketibim xebatek girîng wê demê serbestbûna min divê hebe.”
 
Ger normalbûn hebe…
 
Abdullah Ocalander barê mijara ‘çekan’ de jî gotibû: “Ger bi giştî normalbûn hebe divê ez bixwe kongreya mezin kom bikim û bêjim ku li dijîTirkiyeyê têkoşîna çekdarî bi giştî biqede. Wê qanûnê çêbikin û em ê jî tevli qanûnê bibin.”
 
Ez hewl didim tundiyê bidawî bikim
 
Abdullah Ocalan daxuyakirin ku normalbûn tê wateya ku hemû KCK’ê bigire nav xwe û got ev nayê fêmirin. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ew tenê vê yekê fêm nakin. Ji ber vê yekê, tundûtûjî dê çawa bi tevahî raweste, ma ev ne nakokî ye? Hûn ê çawa tiştên li derveyî qanûnê bikin bêyî ku qanûn bikin? Tiştê ku wan berê bi vê qanûna vekişînê kir ev e. Dibêjin derxistina vê ji parlamentoyê zehmet e. Ger qanûn dernekeve ez PKK’ê tasfiye bikim? AKP li ser min çi difikire? Ez hewl didim tundiyê bi dawî bikim. Dibêjin ger em qanûnekê derxin em ê PKK’ê rewa bikin.”
 
Mafê xwe parastinê
 
Abdullah Ocalan daxuyakirin ku di rewşa ku desthilatdarî şûnde gavê navêje de wê mafê wî yê xweparastinê hebe û wiha domand: “Tiştê ku ji min hat xwestin ew bû ku hemû tundî bi dawî bibe, û min ev yek bi dest xist, min şaş fam nekin. Dipirsin eger hikûmet gavan neavêje dê çi bibe. Tu jî dibêjî gerîlla tu car nayê. Vê yekê nebêjin, bi awayekî pratîkî wekheviya wê ya siyasî nîne. Eger çareserî nebe, mafê mirovan nîne ku xwe biparêze? Heta nebat û tiştên bêcan jî mafê parastinê heye. Hemû zindiyan xwedî sîstemên xurek, nûsîn û parastinê ne. Ez dikarim bi felsefeyeke giran ji we re vebêjim, lê nakim. Wek serokê partiyê hûn ê çawa gel biparêzin? Divê hûn xetereyan bibînin."