Li dijî ‘Sala malbatê’ ya AKP’ê têkoşîn
- 09:03 27 Çile 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Endama SKY’ê Dîlara Su Kalpak der barê krîza aborî û xizaniya ku her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe nirxandin kir û da zanîn ku li dijî ‘sala malbatê’ ya AKP’ê wê jin vê salê bikin ‘sala têkoşînê’.
Krîza aborî bandor li her qada jiyanê kiriye. Di serî de jin mirov nikarin hewcedariyên herî sereke bigirin. Ji ber krîzê jin xizaniyek mezin dijîn. Jin di karên bê ewle de wek hêza kar a erzan tên xebitandin. Butçeya ji bo jin, zarok, tenduristî û perwerdeyê bê bikaranîn, ji bo şer tê xerckirin.
Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst Dîlara Su Kalpak diyar kir ku di çarçoveya xebatên ‘li dijî xizaniyê tora jiyanê ya jinan’ bi jinên ku bi xizaniya giran re hatine rû hev re hevdîtin kirine.
Dîlara Su Kalpak anî ziman ku xizanî roj bi roj giran dibe û yên herî zêde bi bandor dibin jin in û jin li Tirkiyeyê bi krîza xizaniyê re têdikoşin. Dîlara Su Kalpak wiha got: “Jin hem li malê hem li kargeriyan pirsgirêkan dijîn. Wek hêza erzan a kar tên xebitandin û li malê jî bi kar û barên malê bi zarokan re bi nexweşan re bi tena serê xew têdikoşin. Ligel vê li ser kar mobînga patronan li malê jî tundiya mêr heye.”
Li hember jinan êrîşek nû
Dîlara Su Kalpak der barê ‘sala malbatê ya 2025’an’ ya AKP’ê îlan kiriye de jî wiha got: “Di bin navê têkoşîna li dijî xizaniyê de rêjeya welidînê ferz dikin. Di esasê de ev salek e ku em bi saziyên wekî lijneya polîtîkaya serjimarê an enstîtuya malbatê re rû bi rû tên. Yek ji sedemên sereke yên ragihandina sala malbatê jî rastiya şer e. Rejîma AKP’ê li gorî vê rastiya şer xwe bi cih dike. Yek ji qadên herî bingehîn ên polîtîkayên wê jî li ser polîtîkayên serjimarê ye. Dibêje, 'welidîn kêm e, ev ji bo me qeyraneke hebûnê ye' ji ber ku vê jî weke krîzeke sîstemî dibîne. Dema ku em dikevin sala 2025’an bi destwerdana rasterast li jiyana jinan êrîşeke nû li ser jinan pêk tîne. Li aliyekî em bi dijwariya şer û rastiya xizaniyê ya ku bi şer re kûr dibe re rû bi rû ne, li aliyê din jî polîtîkayên mêtingeriyê hene ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bi awayên cuda derdikevin holê. Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê de êrîşên li ser laş û jiyanên jinan tên kirin, em dizanin.”
'Ya AKP dimeşîne polîtîkaya krîza xizaniyê ye'
Dîla Su Kalpak destnîşan kir ku di esasa xizaniya jnan de xebatan dimeşînin û bi jinan re tên gel hev. Dîlara Su Kalpak daxuyakirin ku jin li malê piştî mêr û zarokan tên hesibandin û wiha vegot: “Jinan dema hewcedariyên xwe digot wek ên malê didîtin û digotin. Hewcedariyên wan ên sereke ya zarok in yan jî yên malbatî ne. Bi taybet ên mutbexê ne. Derdê wan ê herî mezin li wê malê xwarin dipêje an na. Ji ber vê pergalê bar daye ser milê jinan. Di serî de jin hemû beşên civakê di bin bandora polîtîkayên rejîma AKP’ê de ne. Li nuqteyên ku em pê re têkilî daynin, tişta sereke ku mirov jê gilî dikin xizanî ye. Îro kedkar mehkûmî jiyaneke di bin sînorê xizaniyê de ne. Mirov dema ku dan û sitendina bazarê dikin jî li benda êvarê dimînin. Ew êvarê dema ku biha kêm dibin diçin bazarê. Mûçeya kêmtirîn di bin sînorê xizaniyê de ye û her ku diçe zehmetir dibe ku mirov debara jiyana xwe bikin.”
Sala 2025’an sala têkoşînê
Dîla Su Kalpak got ew ne mahkûmê jiyanek asgarî ne û jiyaneke ji ya asgarî wêdetir heq dikin. Dîlara Su Kalpak wiha anî ziman: “Divê em bi awayekî rêxistinkirî li dijî vê pergala xirab a ku me şermezar dike têbikoşin. Di vê qeyrana xizaniyê de ya herî bingehîn a jin jiyanek azad û wekhev e. Ji ber vê yekê jî kolan cihê ku jin li dijî şer û xizaniyê xwe tê de îfade bike ye. Em ê weke jin sala 2025’an bikin sala têkoşîna li dijî kesên ku vê salê weke sala malbatê îlan dikin.”