ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
- 09:00 27 Çile 2025
- Rojev
*Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê de rola Meclîsê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîşan da, di sala 2013'yan de pirsa "Bêyî Meclîsê biryar nede wê çi bibe?" Pirs niha dimîne û nîşan dide ku berpirsiyarî li ku ye.
*Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê û piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nîqaşan dest pê kir. Jinên Wanê diyar kirin ku ew jiyaneke azad û aştiyane, jiyaneke ku kes rondikan nabarîne û azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. DÎMEN HEYE
*Endama SKY’ê Dîlara Su Kalpak der barê krîza aborî û xizaniya ku her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe nirxandin kir û da zanîn ku li dijî ‘sala malbatê’ ya AKP’ê wê jin vê salê bikin ‘sala têkoşînê’. DÎMEN HEYE
*Li Navendên Vegerandinê yên Haran û Rihayê îdiayên destdirêjiya li hember jinên penaber zêde dibin. Li van navendên ku rayedar bêdeng dimînin, jin diyar dikin ku li hember destdirêjiyê zor li wan tên kirin ku ewraqên xwe temam bikin.
DÎMEN HEYE
*Dîcle Ehmed ku dema êrişa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de li Kobanê rojnamegerî dikir diyar kir ku berwedana wê rojê hat dayîn îro li Tişrînê tê jiyîn û got: “Çawa Kobanê ji DAIŞ’ê re bû goristan wê Tişrîn jî ji Tirkiye û çeteyên wê re bibe gor. Em şahidiya wê berxwedanê dikin. Em ê vê berxwedanê bi cîhanê bidin bihistin.” BI DÎMEN