Dayikên Şemiyê: Em ji bo windayên xwe edaletê dixwazin

  • 14:14 25 Çile 2025
  • Rojane
  
 
STENBOL -Dayikên Şemiyê di hefteya 1035'an a çalakiya xwe de aqûbeta Serokê Navçeyê yê HADEP'ê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Denîz pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û  hatin qetilkirin bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe didomînin vê hefteyê ya 1035'an pêk anîn. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hatin cem hev, di çalakiya vê hefteyê eqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekir Deniz pirsîn.  Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan jî vê hefteyê piştgirî dan çalakiyê.Metnê daxuyaniyê ji aliyê yek ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan ve hat xwendin.
 
'Veguherîna demokratîk mafê me hemûyan e'
 
Sebla Arcan diyar kir ku astengkirina siyaseta demokratîk û mafê beşdarbûna welatiyan a ji bo rêveberiyê, Tirkiyeyê ji demokrasî, maf û azadiyan dûr dixe û wiha got: “Girtina kanalên siyaseta demokratîk civakê ji hev dûr dixe û pirsgirêkên civakî careser nake." Sebla Arcan, da zanîn ku ev şêwazê siyasetê ne tenê di warê maf û azadiyan de, di warê aborî de jî rûxandineke mezin derxistiye holê û got, “ 'Êdî bes e' Mafê me hemûyan heye ku  di nav aştî û aramiyê de û bi rûmet bijîn. Mafê me hemûyan heye ku em bibin welatekî ku hemû pirsgirêk bi axaftin, muzakere û rêbazên demokratîk bên çareserkirin û li wir siyaseta gelparêz, mafparêz serdest be. Mafê me hemûyan heye ku veguherînek demokratîk ku tê de ev maf bên parastin bê pêkanîn."
 
'Ji Taniş û Denîz careke din agahî nehat girtin'
 
Sebla Arcan, di hefteya 1035'an de çîroka siyasetmedarên Kurd Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ên ku  ji ber israra di siyaseta demokratîk de di binçavan de hatin windakirin parve kir û wiha got: "Serdar Taniş (25) di sala 2000'î de li Sîlopiya Şirnexê ji bo ku nûnertiya  HADEP'ê li navçeyê  vebike dest bi xebatan kir. Tanîş û hevalên wî yên ku dixebitîn rastî gef û zextên giran ên Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Orgeneral Levent Ersoz û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Silopiyê Kaptan Suleyman Can hatin ku got, "HADEP li herêma min nayê vekirin, ez ê tu carî destûrê nedin." Tevî hemû zextan jî di 3'ê Çileya 2001'ê de rêxistina HADEP'ê ya navçeyê hat vekirin û Serdar Taniş bû Serokê Navçeyê. Lê zext hîn zêdetir bûn. Di 25'ê Çileya 2001'an de ji Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyê bi telefonê li Serdar Taniş geriyane û jê xwestin ku were fermandariyê. Serdar Taniş bi rêveber Ebubekir Deniz re çû Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyê û careke din agahî ji wan nehat girtin.”
 
Fermandarê Qereqolê gef xwar'
 
Sebla Arcan anî zinan ku Fermandariya Cendirmeyan ya Silopiyê diyar kiriye ku  Serdar Tanis û Ebimbekir Deniz nedîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe  " Li ser zextên raya gişt,  Waliyê Şirnexê yê dem ê Huseyîn Başkaya , diyar kiriye ku ew di 25'ê Çileyê de hatine qereqolê nîv saetê mane û piştre ji qereqolê veqetiyane. Bav Şuayip taniş jî  di daxuyaniya ku daye raya  giştî de gotiye 'Kurê min, dema ku hewl dida rêxistina navçeyê veke Levent Ersoz me tehdît kir. Wan em birin Fermandariya Cendirmeyan a Şıirnexê. Levent Ersöz, got ku Kurê te divê dev ji vî karî berde, wekî din ew ê ji bo we ne baş be'."
 
'Dosya bi bêşopandinê bi encam bû'
 
Sebla  Arcan diyar kir ku Komîsyona Neteweyên Yekbûyê (BM) û rêxisitn Mafên Mirovan   ji bo Serdar Taniş û Ebubekir Denîz ku eqûbeta wan diyar bibe ketine dewerê û got, "Dosya bêyî ku lêpirsîneke bi bandor bê kirin di 2015'an de bi biryara bêşopandinê hat girtin. Îtîraza ku hat kirin jî ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ya Cizîrê ve hat redikirin. Lê ser vê malbatan di 2015'an de serî li AYM'ê dan û vê jî diyar kir ku ji ber ku serlêdan ketiye ber demboriyê red kir."
 
'AÎHM'ê dewlet berpirsyar dît'
 
Sebla Arcan bi bîr xist ku di sala 2005'an de AÎHM'ê dewlet ji windakirina Serdar Taniş û Ebubekir Denîz berpirsyar dît û Tirkiye bi yekdengî mehkûm kir û got, "Em xemgîn in ku ji aliyê dadgehên herêmî ve lêkolîneke berfireh a edlî an jî lêpirsîneke serbixwe nehatiye kirin. -Tirkiyeyê bi temamî biryara DMME'yê bi cih neaniye û tenê bi dayîna tazmînatê razî bûye. Di derbarê binpêkirinên mafê jiyanê û mafê darizandinê de erkên xwe bi cih neanîne. Em bang li rayedaran dikin: Biryara AÎHM'ê pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo Serdar Taniş û Ebubekir Deniz û ji bo hemû windahiyên xwe dest ji daxwaza edaletê bernedin.”
 
Çalakî bi qurnefîlên ku li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.