16 roj in li ber Şaredariya Akdenîzê nobet didome
- 13:26 25 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Di çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe aştî pêk nayê."
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin, di roja 15’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Em êrişên ser gelê sivîl ên li Rojava şermezar dikin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî îradeya gel e” û lolîpopên “Em rê nadin qeyûm”, “Rêzê ji îradeyê re bigirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Hilbijartî îradeya me ne” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hevserokê DEM Partiyê ya navçeyê Nizar Esen axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da.
Dû re jî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, axivî û bal kişand ser berxwedana ku 16 roj in li ber şaredariyê tê dayîn û got: "Bila faşîzm ji wî welatî bicehme biçe. Bila aştî bê."
Dayika Aştiyê Tenzile Baydar jî da zanîn ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî pêk neyê.
Piştî axaftinan nobet berdewam kir.