Piştgiriyê didin banga aştiyê ya li ser bingeheke demokratîk
- 09:03 18 Çile 2025
- Rojane
WAN - Piştî hevdîtinên Îmraliyê şûnde hevdîtinên siyasî û gotinên aştiyê hatin rojevê û tevî vê bi piştgiriya Tirkiyeyê li Rojava êriş didomin. Jinan der barê vê de nirxandin kirin û wiha gotin: “Dema dibêjin aştî ger ku rast û samîmî bûna wê bi çekên giran, bombe û SÎHA’yan mirov qetil nekiribana.”
Li Tirkiyeyê hevdîtinên siyasî û gotinên aştiyê di rojevê de ne. Li aliyê din li Rojava bi piştgiriya çeteyan şer didome. Desthilatdariya ku dibêje ji bo aştiyê gav avêtiye, li Rojava şer dimeşîne. Li dijî şerê li Rojava tê meşandin çalakî û prostesto didomin.
Jinan der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku wê her tim aştiyê biparêzin û li alî aştiyê bin.
Endama Meclîsa Şaredariya Şaxê Edîbe Babur da zanîn ku ji aliyê Dewleta Tirk ve pêvajoyek hatiye destpêkirin û got: “Beriya her tiştî bangek ji aliyê Devlet Bahçelî ve hat kirin, em li bendê ne ku li pişt banga wî bisekine. Di banga xwe de ne samîmîne, ger samîmî bûna li Rojava bi SÎHA, çekên giran û bombeyan sivîl nedihatin qetilkirin. Ev jî dide xuyakirin ku tu nêzîkatiya wan a aştiyê nîne. Niyeta wan e ku kurdan bixapînin, em destûrê nadin vê yekê, nikarin Gelê Kurd bixapînin. Ger niyeta wan aştî ye bila xwe bigihînin Îmraliyê çareseriya aştiyê birêz Ocalan e. Ev ji bo Gelê Kurd û Asyaya Navîn jî wisa hatiye qebûlkirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze gel bixapîne, dibêje aştî, li aliyê din bi tayînkirina qeyûman li Rojava şerekî mezin dimeşîne. Em vê qebûl nakin, em wan vedixwînin heqîqetê û aştî ye.”
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Yildiz Tuncer jî daxuyakirin ku bang û gavên tên avêtin divê samîmî û baweriyê bidin û wiha bi lêv kir: “Îro bangên aştiyê û daxuyaniyên der barê mafê mirovan ji me re samîmî xuya nakin. Li ser vana diaxivin, li aliyê din vîna gel talan dikin. Dema em îro li Rojava dinêrin, em dibin şahidê parçebûna herêmekê. Em weke Gelê Kurd li hemû qadên jiyanê alîgirê parastina mafan in. Di vê wateyê de weke Gelê Kurd çi ji destê me bê em ê bikin, ji bo çareseriyê em amade ne ku gavan bavêjin. Em piştgiriyê didin her pêngava aştiyê. Em alîgirê aştî û wekheviyagelan in. Em her tim piştgiriyê didin banga aştiya li ser bingeheke demokratîk.”
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Macîde Varhan jî diyar kir ku ew êrişan şermezar dikin û got gel xwe ewle hîs nakin û wiha got: “Ne pêkane ku ji aliyekî ve bêje aştî û li aliyê din jî şer bike. Dewlet bi qasî ku Gelê Kurd alîgirê şer û aştiyê ye, em dixwazin şer bi dawî bibin. Mafê me yê jiyanê ye, em nasnameya xwe û mafê me çi ye dixwazin. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe, her çiqas şer bidome jî em ê banga aştiyê bikin. Em ê tim li pişt gelê xwe bin, em ê wan bi tenê nehêlin. Em her tim alîgirê aştiyê ne, di şer de israr bikin jî em serê xwe natewînin piştî evqas sal xwîn hatiye rijandin, em aştiyê dixwazin, em naxwazin tu dayik bigirîn. Êdî bes e, ev dewlet heta kengê wê bi şer û xwînê hebûna xwe bidomîne? Bi şer û xwînê tu tişt nayê bidestxistin. Weke ku birêz Ocalan gotiye em dibêjin aştî.”