Hevşaredarên girtî: Em têkoşînê mezin dikin

  • 16:09 17 Çile 2025
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN -Di daxuyaniya li ber Şaredariya Akdenîzê de peyama hevşaredarên girtî hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin, “Dengê me yê ku îro hewl tê dayîn bê qutkirin, wê sibe bibe dengê bilind ê bi milyonan. Em di her şert û mercî de têkoşîna xwe mezin dikin." 
 
Çalakiya nobedê ya ku piştî hevşaredarên Akdenîzê ya yek ji navçeyên Mêrsînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) de ye hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin dewam dike.  Di roja 8'an a çalakiyê de li ber şaredariyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM’Partiyê, Konseya Bajêr a Akdenîz, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin.
 
Di daxuyaniyê de ku pankarta "Qeyûm darbeya li vîna gel e" hat vekirin de, Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş destpêkê peyama Hevşaredarên Akdenîzê Nuriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz ên girtî xwend.
 
Peyama hevşaredaran wiha ye:
 
“Birêz Serok; Hevalên hêja, em hezkirin û hurmeta xwe ji we û hemû gelê me yê li ser ekranên xwe temaşe dikin re radigihînin. Divê îro em jî di nav we de li Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin bûna û ji bo Mersîna xwe û Akdenîzê bi hev re xebatên baş bikira. Lê belê em weke hevşaredarên ku ji aliyê 47 hezar û 843 welatiyên li Aksenîzê ve hatin hilbijartin û bawerî û vîna wan bi dest xist, niha li Girtîgeha Tarsûsê weke rehîneyên siyasî tên ragirtin. Dema ku me ji bo navçeya xwe dixebitîn, nîvê şevê li deriyê me xistin û em binçav kirin. Hewldana me; Armanca me xurtkirina pirdengiyê, demokrasiya herêmî û afirandina karsaziyên serketî li Akdenîzê bû. Lê îro em bi êrîşên qeyûm ên li ser vîna gel re rûbirû ne. 
 
'Vîna gelên Akdenîz hate desteserkirin'
 
Em bi xemgînî radigihînin ku tu bijarteyek ne di ewlehiyê de ye. Deriyê her kesê bijarte dikare nîvê şevê lê bêdanî û bi hincetên vala bên girtin. Em bi hukumetek re rûbirû ne,ku qeyûm kirine rejîm. Di operasyoneke bê hiqûqî  de ku bi ferman û rêbertiya hikûmeta AKP'ê pêk hat de, sûcdariyên bênbingeh li me hatin kirin û em tevî endamên meclîsê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hikmet Bakirhan ên hatin hilbijartin hatin girtin.  Di îdianameyê de şahidê nepen  got ku em endamên rêxistinê dixebitînin. Ev hincet ji bo binçavkirina me hevserokên hilbijartî û endamên meclîsê bes xuya bû. Lê belê ji roja ku me dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve tevî daxwazên me jî Wezaretê destûr nedaye ku em yek kesî jî ji bo şaredariyê bigirin. Mixabin, raporên polîs û dadgehê jî dixuye. Wan dît ku ev hincet têrê nake û lêpirsînên sexte yên ku piştî hilbijartina şaredariyan dest pê kiribûn, dema ku tu ceza nehatibû birîn û lêpirsîn nehatibû vekirin  ev kirin hincet. Eşkere ye ku îradeya gelên Behra Akdenizê îdiayên xeyalî yên ku tenê bi mebestên siyasî hatine amadekirin, hatiye desteserkirin.
 
 'Bêdengî tê wateya alîgiriya zilma hikûmetê'
 
Tayînkirina qeyûman ji bo Akdenizê jehr e ku deryaya aştî û aramiyê ya Mêrsînê qirêj kiriye. Bi van êrîşan hewl didin me bêdeng bikin û vîna me bişkînin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku ne mumkin e ku têkoşîneke adil were tepisandin. Her pêngava ku bê îradeya demokratîk bê avêtin wê dilsoziya gelê me ya ji bo têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê hîn xurtir bike. Di vê pêvajoya dijwar de piştgiriya gelê me ji bo me gelek bi qîmet e. Bi têkoşîna hevpar em ê nîşan bidin ku em ê li hemberî bêhiqûqî û neheqiyê serî netewînin. Em bi hêza gelê xwe bawer in. Bînin bîra xwe ku; Ev gel her tim li dijî zilmê li ber xwe daye û baweriya xwe ya bi demokrasiyê parastiye. Nebûna muxalefetê ku li hember bêhiqûqiya parêzgeran di demên borî de helwestek têra xwe xurt negirt, îro rê li ber tengkirina demokrasiyê vekir.  Bêdengiya li hemberî vê bêhiqûqiyê tê wateya alîgiria zilma hikûmetê.
 
Banga têkoşîna hevpar
 
Em bang li hemû beşên civakê yên ku bi edaletê bawer in, li dijî vê neheqiyê têkoşîneke hevpar dikin.  Em di wê baweriyê de ne ku ne bijarteyên Mêrsînê û ne jî gelê Mêrsînê dê tu carî qeyûm qebûl nekin. Em bang li her kesê ku alîgirê edaletê ye, bi taybetî jî hilbijêrên bajêr ku 9 meh û nîv e em bi wan re xizmetê ji Mêrsîn û Akdenizê re dikin, li dijî qeyûman helwesteke zelal nîşan bidin. Em dixwazin ji Girtîgeha Tarsûsê bi bawerî van gotinan bibêjin: Em ê bi hev re têkoşîna ji bo pêşerojeke adiltir, azadtir bidomînin. Dengê me yê ku îro tê qutkirin wê sibe bibe dengê bilind ê bi milyonan..."
 
Daxuyanî piştre bi axaftina Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglu û dirûşman bi dawî bû.