Du girtiyên siyasî yên li Tehranê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin

  • 14:28 17 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li Îranê Anîşa Esed Îlahî û Hûra Nîkbext, ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li rojnamevan û aktîvîst Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bang li her kesî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
 
Di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê, roj bi roj zêde dibin.
 
Divê çarçoveyê de girtiyên jin yên siyasî yên li girtîgeha Evînê, Anîşa Esed Îlahî û Hûra Nîkbext dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nameyek belav kirin.
 
Di nameya her du girtiyên jin de tê gotin; “Pexşan Ezîzî mîna helbestek nûye û ewqas bi bandore, divê em Pexşan Ezîzî biparêzin û vê yekê weke erka xwe ya dîrokî bibînin. Divê hemû hêzên siyasî li hemberî biryara darvekirinê bifikire ka rastî jî ev ceza dadperweraneye yan na? Divê çalakvanên mafê mirovan ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî pêngavên cidî bavêjin.”