Li gumanbarê ku Îpek Çîçek qetil kir cezayê muebeta giran
- 21:42 15 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Kandira ya Kocaeliyê, Aydin Çîçek jina bi navê Îpek Çîçek qetilkiribû. Di doza ku gumanbar jê dihat darizandin cezayê muebetê hat dayîn.
Li navçeya Kandira a Kocaeliyê 4’ê Hezîrana 2014’an de navbera du malbatan de pevçûn derket û Aydin Çîçek, Îpek Çîçek bi çekê qetil kir. Gumanbar hat binçavkirin û girtin.
Runiştina doza gumanbar li yekemîn dadgeha ceza giran a Kocaeliyê hat dîtin. Gumanbar, parêzer û malbata Îpek Çîçek tevli runiştinê bûn. Heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û der barê gumanbar de ji sûcê ‘Tevî dihat zanîn jin ducaniye ji qestî hatiye qetilkirin’ cezayê muebeta giran birî.