ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 13 Çile 2025
  • Rojev
 
*Cigira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê ya girtî Sevtap Akdag diyar kir ku ji bo aştiye, ji bo avakirina demokrasiyê, wekheviya zayendî, jiyanek azad û dawî li talan û binpêkirinan bê divê ev pêvajo baş bê nirxandin û got bêyî demokrasiyê pêvajo nikare bê meşandin. GOTÛBÊJ
 
*Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan der barê êrîşên li hember Elewiyên li Sûriyeyê de axivî û da zanîn ku Elewî di bin xeteriyê de ne û wiha got: “Elewî tên qetilkirin. Dîmenên pir bi êş û giran hene û fikarên cidî hene. Ji ber vê divê gavên ku van fikaran ji holê radikin bên avêtin. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyariya xwe bînin cih. BI DÎMEN
 
*Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca diyar kir ku dema bi çeteyeke cîhadîst a wekî  HTŞ'ê  muxatab tê girtin, divê nûnerên gelê Kurd jî muxatab bên girtin û divê ji bo bidaweîbûna şerê li Rojhilata Navîn deriyên Îmraliyê bên vekirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên  di 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê de nirxandin kirin bal kişandin ser têkoîna hepvar û gotin: “Yekane daxwaza me  rakirina tecrîdê ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin.” DÎMEN HEYE
 
*Derbarê hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan de biryara girtinê hat dayîn. DÎMEN HEYE