Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê didome

  • 12:16 11 Çile 2025
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Welatî li dijî helwdana tayinkirina qeyûm, li ber Şaredariya Akdenîzê kom bûn. 
 
Duh di çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de Hevşaredarên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Orûç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan hatin binçavkirin. 
 
Welatiyên ku bertek nîşanî hewldana tayinkirina qeyûm dan, di roja duyan de jî li ber şaredariyê kom bûn. Girse danê sibehê li ber şaredariya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin kom bûn. Polîs nahêlin xebatkar têkevin hundirê şaredariyê.
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, dê tevlî hevdîtina gel a li ber şaredariya dorpêçkirî bibe.