Ji Brîtanyayê banga 'Em Rêber Apo azad bikin'

  • 10:07 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên Kurdistanî li gel dostên gelê Kurd li Londonê li hev civiyan û gotin, "Em bi hêza xwe ya rêxistinî dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin."
 
Saziyên Kurdistanî û tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Londonê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
 
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û pêkhateyên wê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Nûnerê Tevgera Goran û Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Nûnerê Brîtanyayê yê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê Mahmût Yoldaş tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak destpêkê axivî û diyar kir ku heta serxistina pêngava azadiyê wê têkoşîna xwe dewamm bikin Turkan Bûdak got, "Heta ku Serok Apo azad nebe aştî nayê Rojhilata Navîn. Fikrên wî dikare çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêk bîne. Ev yek jî wê aştiyê li Rojhilata Navîn bi cih bike."
 
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Seyît Sûrûç jî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend, sala yekemîn a pêngavê silav kir û piştgiriya dostên doza Kurdistanê bi hurmet silav kir.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema tecrîd û îşkenceyê ji bo tinekirina hişmendiya Kurdên azad pêk tê û got, "Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi taybetî jî ji bo Kurdan paradîgmayeke aştiyane û wekhev ava kir û ji bo vê yekê jî her roj têdikoşe. Ev têkoşîn ji bo Kurdîtiya azad e. Ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bingeha azadiya gelan û doza neteweya demokratîk e."
 
Seyît anî ziman ku li gelek herêmên Brîtanyayê gelek tevgerên sendîka û siyasî piştgiriyê didin pêngavê û got, gelê Kurd û dostên wan di azadiya RêberêPKK'ê Abdullah Ocalan de israr dikin.
 
Seyît ragihand ku bi wesîleya sala duyemîn a pêngavê gelek çalakî hatin lidarxistin û got, "Sala duyemîn a kampanya navneteweyî heta destpêkirin. Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî re ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, gelê Kurd ji bo xwedîderketina li berxwedana Rêbertî û misogerkirina azadiya wî li hev kom dibe. Berxwedan bi rengên cuda dewam dike. Weke Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin: Di kampanya sala duyemîn de bi rengekî çalak tevlî bibin. Em bi hêza xwe ya rêxistinî dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin."
 
Piştî axaftina beşdaran civîna çapemeniyê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.