ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 30 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê ji wê demê de li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Îmrali yek ji cihên ku xeta modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst li hember hev di şerekî mezin de ne, cih digire. DOSYA
 
*Sala nû ya meclîsê di 1’ê cotmehê de destpê dike û lijneya giştî ya meclîsê wê dest bi xebatan bike. Rojeva ewil a desthilatdariyê 9’emîn pakêta darazê û nîqaşên destura bingehîn ya nû ye. DEM partî di  desturek bingehîn ya wekhev û demoratîk de bi israre û jin jî di mafê paşnav de bi israrin.
 
*Endama Navenda Jineolojiyê Nofa Elî ya tevli konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bû da zanîn jin bi heyecaneke mezin tevli konferansê bûn û wiha got:"Ji bo naskirina rêbazên Jineolojiyê konferans girîng bû. Metedolojiya Jineolojiyê, Jineolojî bi kîjan rê û rêbazan bawer dikin, bi kîjan rê û rêbazan karê xwe dimeşînin, li ser wan esasan 2’yem konferans hat lidarxistin. Wekî hat gotin zanatiya jinan bi jineolojiyê nûjen dibe." DÎMEN HEYE
 
* Xebatkara kovara jîneolojiyê Elîf Îpek balkişand ser heqîqeta jinê û got: “Ji dîrokê heta niha heqîqeta jinê hat tunekirin, rastiyeke ku hatiye tunekirin heye. Divê ev ax ji ser jinan bê avêtin.  Têkoşîna hepvar êdî di alî jinan de yekane rêya çareseriyê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Arsîsa Evîndar Akbulut der barê êrîşên li hember zimanê Kurdî axivî û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet yê desthilatdariyê her roj bi awayên cuda xwe didomînin. Wek gel peywira dikeve ser milê me divê em pêk bînin, her tim li her derê Kurdî biaxivin û jiyana xwe bi Kurdî bidomînin. Bi axaftina Kurdî wê êrîş bên beralîkirin.” DÎMEN HEYE