ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 28 Îlon 2024
  • Rojev
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku komploya ku hêzên navneteweyî pêk aniye bi qasî ku li dijî krudan pêk hatiye li dijî Tirkan jî hatiye kirin û got helwesta li dijî vê nîşandana riya çareseriya demokratîk a li gorî rastiya dîroka gelan û rastiya civakan de ye.  DOSYA 
 
*Ji Komeleya Her Der Zarok Psîkolog Hatîce Goz derbarê qetilkirina Narîn Guran û polîtîka zarokan a li welat de axivî got li Tirkiyeyê polîtîkayeke dijberê zarokan heye. Hatîceyê anî ziman ku piştî qetilkirina Narînê rastiya pişt perdeyê derketiye holê. BI DÎMEN 
 
*Barbara Spînellî ku yek ji 1500 parêzerên di delgeasyona tecrîda navneteweyî de cih digire, biryarê Îmraliyê yên AK BK’ê û dirêjkirina pêvajoyê rexne kir û got: “Hewl didin wateya mafê hêviyê biguherin, kêm bikin. Ne pêkane wateya mafê hêviyê bê guhertin, ji ber wateyek wê heye wjî dawî li cezayê sernaserê jiyanê anîne. Dewlet bi erêkirina dewletê tuneye. Em ê CPT bidin zorê.” BI DÎMEN 
 
*Jinên di ‘Hevdîtina Keda Jinan’ de cih girtin, diyar kirin ku ji ber dukanên wan tune ne, di hevdîtinê berhemên xwe difroşin û îstîhdama xwe ava dikin. BI DÎMEN 
 
*Ofîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj duyem konferansa xwe li Helebê li dar xistin. Ji Rêveberiya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Aytan Ferhad a têkildarî konferansê axivî wiha got:"Tevî rewşa aloz û êrîşên dewam dikin em xebata xwe didin meşandin. Îro xebatên bi vî awayî ku bi riya nîqaşan dewlemend dibin tên lidarxistin dibe sedema ji nû ve xwe bi pêşxistin û xwegihandina tevahî jinan. Ji ber ku partiya me partiyek civakî, siyasî ye û komxebatên bi vî awayî dibe peyamek li dijî dagikeriya dewleta tirk." BI DÎMEN