ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 27 Îlon 2024
  • Rojev
 
*"Ev belge bi îradeya hevpar û azad a jinên ku nûnertiya Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hatiye amadekirin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ(2)
 
*Di 13’ê cotmehê de wê li Amedê mîtîng pêk bê. Jinan ji bo mîtîngê bang kirin û gotin: “Hemû kesên aştiyê dixwazin divê li mîtîngê bin. Li dijî vê pergalê em azadiyê biqîrin.” DÎMEN HEYE
 
*Komîteya Wezîran, biryara ‘binpêkirinê’ ya ku DMME’ê der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dabû 10 sal şûnde xist rojeva xwe û der barê de biryara navberê da. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê mijarê de axivî û got: “Mafê hêviyê yê hezaran tê nîqaşkirin. Sekreterya wê pêşnûmeya biryara navberê amade dike.Di alî siyasî de di alî aborî de pêkanîn dikarin hebin. Ji bo biryara 10 sal e pêk nehatiye divê gavên bi bandor bên avêtin.”DÎMEN HEYE
 
*Di ser qetilkirina Ceylan Onkol a ku li Licê dema sewal diçêrandin bi guleya havanê hat qetilkirin re 15 sal derbas bûn.  Gumanbar nehatin darizandin. Ji ber bêcezahiştinê, bi dehan zarokên din piştî Ceylanê haitn qetilkirin.
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û pêvajoya piştî wê dinirxîne û diyar kir ku pêvajoya ji Sûriyeyê derxistin û anîna Tirkiyeyê operasyonek NATO-Gladyoyê ye û ev destpêka pêkhanîna BOP’ê ye. DOSYA