Ji Gerînendetiya Jinê ji bo xebatkarên mêr ên zabiteyan semîner

  • 09:36 26 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê bi mijara “Zayendetiya Civakî” semînerek e perwerdehiyê da xebatkarên mêr ên zabiteyan. 
 
Yekîneya perwerdehiyê ya Gerînendehiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê semînera perwerdehiyê bi navê “Zayendetiya Civakî” da xebatkarên mêr ên li Gerînendetiya Zabiteyan dixebitin. Hat diyarkirin ku Gerînedetiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê dê van semînerên perwerdehiyê ji bo gerînende û yekîneyên din ên mêr ku dixebitin jî bidomîne.