ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 25 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Ajansa me 7’emîn rojbûna xwe pîroz dike. Ji her çar alî cîhanê peymanên pîrozkirinê hatin parvekirin û hat gotin: “Ez dixwazim ji hemû jin û mêrên cîhanê re behsa xebatên we yên der barê girîngiya wekheviya zayenda civakî, xurktirina jinê bikin. Xebatên we ji bo aştiyê gelek bi nirx in û azadiyê dihewînin.” DÎMEN HEYE 
 
*"JINNEWS bi nêrîna azadiya jinê rojnamegeriyê dike û ji ber vê jî  xebatek girîng dimeşîne. Ji ber vê ye ku ji aliyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin, têkoşîna mafê jinan û mafê mirovan didin vê JINNEWS’ê gelek girîng dibînin. Lê ji aliyê dewletê ve jî wek ‘dijmin’ tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku JINNEWS karekî girîng dike." JI PÊNÛSA JINAN 
 
*“Mîrateyek ku bedel daye heye. Bifikirin li erdnîgariyeke ku jin tune tên hesibandin, jin îro dîroka jinê dinivîsin.” JI PÊNÛSA JINAN 
 
*“Pergala serdest a mêr, kapîtalîzm bi zexta li ser civakê pêk tîne civakê bê behn dihêle. JINNES behna jin û civakê ye.” JI PÊNÛSA JINAN
 
*“Jinên li djî dewlet û zîhniyeta serdet têkoşînê dimeşînin, di alî têkoşîna jinan de bûn mecrayek girîng. Jin ji rupela sêyemîn ji rewşa mexdurbûnê derxistin û bi gotin û dengên xwe li ser ekranan di manşetên rojnameyan de cih girtin. Jin nebûn kûrmên jinê, jin bûn warê jinê.”JI PÊNÛSA JINAN 
 
*  Akademîsyen Fatma Gok derbarê cudahiya tundiyan a li gorî herêman de axivî û got: “Li Tirkiyeyê ji ber pergala serdest ya mêr tundiyek li dijî jinan heye. Li Kurdistanê jî ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd jî tundiyeke heye. Tundî li Kurdistanê hîn girantir e." BI DÎMEN 
 
*Jinên rojnameger ên ku bal kişandin ser 7'emîn salvegera damezrandina JINNEWS'ê wiha gotin:"JINNEWS'ê bi 7 salên xwe tekoşînek bêhempa da destpêkirin û dide dewamkirin. Ji bo rastî di nava tariyê de nemîne û xwe bighîne hemû jinan ew ê dest ji tekoşîna di oxira heqîqetê de bernedin. Heya xwegihandina welatekî azad wê ev têkoşîn dewam bike." BI DÎMEN