Zaroka li Amedê winda bû hat dîtin

  • 20:29 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê zaroka bi navê Rumeysa Sert ya 9 salî piştî derketina ji dibistanê winda bû. Piştî xebatên lêgerînê yên hatin kirin Rumeysa hat dîtin.
 
Li Amedê zaroka 9 salî Rumeysa Ser, do saet li dora 12.00’an winda bû. Hat hînbûn ku Rumeysa piştî ji dibistanê derketiye venegeriyaye malê. Malbata wê diyar kir ku Rumeysa li herêma ku Huzurevleri û Dîclekent digihêje hev winda bûye.
 
Piştî xebatên lêgerînê yên hatin kirin Rumeysa hat dîtin.