ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 24 Îlon 2024
  • Rojev
 
* Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên îktîdarê û got: "Tecrîd pirsgirêka her kesî ye û divê her kes bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşe. BI DÎMEN 
 
*Kiryar Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Kar qetil kir 3 meh in nayê girtin. Xwişka Hîlalê, Ebru Kar diyar kir ku divê di zûtirîn demê de êrîşkar bê girtin û cezakirin wiha got: “Ez naxwazim xwişka min were jibîrkirin, ez naxwazim ev yek careke din dubare bibe. Em li hêviya piştgiriyê ne. " DÎMEN HEYE
 
*Welatiya Taxa Haltanliyê Hacer Dogan, da zanîn ku ji ber kana madenê ya aîdî fîrmaya Madenê û Enerjiyê ya CTC'ê ye hilberîna erdan kêm bûye û nexweşî zêde bûne. Hacerê got:"Çawa li Licikê hezaz çêbû îhtimala li vir çêbibe jî zêde ye. Heger tiştekî wiha bibe, dibe ku gund di binê axê de bimîne." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li kantona Şehbayê dan zanîn tevî şertên zor jî ew ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li berxwe didin û wiha gotin:"Me bername û amadekariyek baş ji bo sala nûya perwerdeyê kir. Em ê nehêlin êriş pêşiyê li perwerdeya me bigire." DÎMEN HEYE
 
*Di rojên borî de ji ber nedayina xizmeta bi zimanê dayikê girtiya bi navê Fatma Sumeli tedawî nebû. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş têkildarî mijarê wiha got:"Ne tenê li nexweşxaneyan divê li her derê xizmeta zimanê dayikê bê dayin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Lîjneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşe Berktay, bal kişand ser komxebata Jineolojiyê ya ku li Wanê hat lidarxistin û got: "Em têkoşînê didin lê belê di avakirina pergalê de em negihaştin encamekî. Ji bo gihaştina encamê divê em bingeha zanînên xwe avabikin û piştre çalak bikin. Jineolojî ji bo vê yekê dixebite." BI DÎMEN