Li Şengalê komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ destpê kir

  • 11:16 18 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê li navenda Şengalê komxebatek bi sernavê ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ tê lidarxistin.
 
Bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an navnetewî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî Şengalê, ji aliyê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê ve li navenda Şengalê komxebatek bi sernavê, ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ tê lidarxistin. Nêzî 60 siyasetmedar û kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen beşdarî komxebatê bûne. Dê li ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê krîz û çareseriya herêmê de niqaş bêne meşandin.
 
Dê di komxebatê de ev sernav werin niqaşkirin;
 
Mijarên beşa yekemîn a komxebatê:
 
*Li Rojhilata Navîn Qeyrana Sîstemê û Rastiya Komployan
 
*Krîza dewlet û desthilatdariyê - Qaim Murad endamê komîteya perwerdeyeyê ya Şengalê.
 
*Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan – Parêzer Omer Guneş
 
*Peymana 9’ê Cotmehê ya dijî destkeftyên Şengalê - Hemo Şengalî Endamê Yekitiya Ciwanên Şengalê
 
Di beşa duyemîn a komxebatê de jî wê çareseriya krîzan were destgirtin û li gorî vê jî dê ev çend sernav werin niqaşkirin:
 
*Weke Rêya Çareseriyê Derketina ji Krîzan, fikrê Netewa Demokratîk
 
*Paradîgma Azadiyê ya Rêber Ocalan
 
*Di paradîgmaya azadiyê de, azadiya jin wê endama Dîplomasiya TAJÊ Ferîde Şengalî binirxîne
 
*Netewa Demokratîk û rastiya Şengalê jî dê ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Azad Hisên ve bê nirxandin.
 
Komxebat piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, bi axaftina vekirinê ya ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Qehtan Xelîl ve hatin kirin ve dest pê kir.