Li Şengalê komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ destpê kir 2024-09-18 11:16:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê li navenda Şengalê komxebatek bi sernavê ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ tê lidarxistin.   Bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an navnetewî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî Şengalê, ji aliyê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê ve li navenda Şengalê komxebatek bi sernavê, ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ tê lidarxistin. Nêzî 60 siyasetmedar û kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen beşdarî komxebatê bûne. Dê li ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê krîz û çareseriya herêmê de niqaş bêne meşandin.   Dê di komxebatê de ev sernav werin niqaşkirin;   Mijarên beşa yekemîn a komxebatê:   *Li Rojhilata Navîn Qeyrana Sîstemê û Rastiya Komployan   *Krîza dewlet û desthilatdariyê - Qaim Murad endamê komîteya perwerdeyeyê ya Şengalê.   *Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan – Parêzer Omer Guneş   *Peymana 9’ê Cotmehê ya dijî destkeftyên Şengalê - Hemo Şengalî Endamê Yekitiya Ciwanên Şengalê   Di beşa duyemîn a komxebatê de jî wê çareseriya krîzan were destgirtin û li gorî vê jî dê ev çend sernav werin niqaşkirin:   *Weke Rêya Çareseriyê Derketina ji Krîzan, fikrê Netewa Demokratîk   *Paradîgma Azadiyê ya Rêber Ocalan   *Di paradîgmaya azadiyê de, azadiya jin wê endama Dîplomasiya TAJÊ Ferîde Şengalî binirxîne   *Netewa Demokratîk û rastiya Şengalê jî dê ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Azad Hisên ve bê nirxandin.   Komxebat piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, bi axaftina vekirinê ya ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Qehtan Xelîl ve hatin kirin ve dest pê kir.