Zarokê 5 salî Edîz Taşkan winda ye

  • 17:58 17 Îlon 2024
  • Rojane
 
ÇANAKKALE - Li navçeya Bîga ya Çanakkaleyê zarokê 5 salî Edîz Taşkan ku li parqê dilîst winda bû.
 
Li navçeya Bîga ya Çanakkaleyê saet dora 15.30’an zarokê 5 salî Edîz Taşkan ku bi dayika xwe re li parqê dilîst ji holê winda bû. Dayika wî li derdorê geriya û piştî agahî ji Edîz negirt agahî da polîsan. Ekîban li navçeyê xebata lêgerînê da destpêkirin. Ekîbên şaredariya Bîgayê jî anons kirin û piştgiriyê didin xebatên lêgerînê.