Zarokê 5 salî Edîz Taşkan winda ye 2024-09-17 17:58:01     ÇANAKKALE - Li navçeya Bîga ya Çanakkaleyê zarokê 5 salî Edîz Taşkan ku li parqê dilîst winda bû.   Li navçeya Bîga ya Çanakkaleyê saet dora 15.30’an zarokê 5 salî Edîz Taşkan ku bi dayika xwe re li parqê dilîst ji holê winda bû. Dayika wî li derdorê geriya û piştî agahî ji Edîz negirt agahî da polîsan. Ekîban li navçeyê xebata lêgerînê da destpêkirin. Ekîbên şaredariya Bîgayê jî anons kirin û piştgiriyê didin xebatên lêgerînê.