Li Êlihê tundiya mêr

  • 22:05 26 Tebax 2024
  • Rojane
ÊLIH - Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Behewê jina bi navê S.A ji aliyê mêrê bi navê  Abdullah Çakar ve hewl hat dayîn bi çekê bê qetilkirin.
 
Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Behewê mêrê bi navê Abdullah Çakar hewl da jina bi navê S.A ya 22 salî bi çekê qetil bike. Gumanbar piştre gule berda xwe û  tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
 
Xetereya jiyan S.A jî didome. Hat hînbûn ku der barê mijarê de lêpirsîn didome.