Li Êlihê tundiya mêr 2024-08-26 22:05:05   ÊLIH - Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Behewê jina bi navê S.A ji aliyê mêrê bi navê  Abdullah Çakar ve hewl hat dayîn bi çekê bê qetilkirin.   Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Behewê mêrê bi navê Abdullah Çakar hewl da jina bi navê S.A ya 22 salî bi çekê qetil bike. Gumanbar piştre gule berda xwe û  tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.   Xetereya jiyan S.A jî didome. Hat hînbûn ku der barê mijarê de lêpirsîn didome.