'Heta tecrîd bi dawî bibe dê têkoşîna me bidome'

  • 12:37 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Midiye Mîqted
 
HELEB - Bi diruşma "Azadiya fîzîkî ya rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata navîn û kurd e" Meclisa Jinê, Meclisa Malbetên Şehîdan û Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan bi meşekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê dewam dike şermezar kirin.
 
Bi sedan welatiyên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi meşeke ku di pêşengiya Meclisa Jinê û Meclisa Malbetên Şehîdan û Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan de hatibû orgenîz kirin, cezayê dîsîplînê yê ku nû li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn û tecrîda li ser şermezar kirin. Meş ji pêşiya tevgera Ciwanên Şoreşger a ku dikeve taxa xerbî dest pê kir welatiyên her dû taxan meclis û komînên taxê her wiha gaziyên şer di meşê de amede bûn û ber bi taxên Eşrefiyê ve herikîn.  Di meşê de meşvanan wêneyên rêbertî hildan û dirûşmên  "Bê serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana îmralî berz kirin"  meş li çarxereya Zeytûn a ku dikeve taxa Şerqî bi dawî bû.
 
Jinên ku tevli meşê bûn ji ajansa me re derbarê tecrîdê de  axivîn.
 
'Hata azadiya rêbertî em ê li qadan bin'
  
Endama tevgera Yekitiya jinên Ciwan a Bajar ê Helebê Emîne Bekir nerazîbûna xwe li dijî tecrîda giran nîşan da  û wiha got:"Îro em daketine qadan li dijî nûkirina cezaya dispilînê nerazibûna xwe didin nîşan dan.  Ev 26  salin ku rêberê me di nava tecrîdeke giran de ye ,heta ku rêberê me azad bibe em ê her li qadan bin û banga azadiya wî bikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û doza azadiya Rêberê xwe bikin."
 
'Pirojeya Rêbertî ji bo dewleta Tirk metirsî ye' 
 
Di heman demê de Berdevka Meclisa Jinê a Kantona Efrîn-Şehba Ewaş Çawîş,   berteka xwe li dijî tecrîdê da diyarkirin û wiha got:" Ji ber ku em weke jin bi fikir û felsefeya Rêbertî me xwe naskir îro erka serekE dikeve ser mile me da ku em rêberê xwe azad bikin.  Ramanên Rêbertî di nava xwe de pirojeya demokratikbûnê dihewînin û ev yek jî li hemberî sîstema dewleta Tirk metirsiyek e.  Loma carek din cezayê dispilînê li Rêberê me ferz dikin.   Di heman demê de armanc dikin ku vîna gelê kurd têk bibin.  Lê gelê Kurd soza xwe ya xwedîderketina li felsefeya Rêbertî rojan e  nû dike."