ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 28 Tîrmeh 2024
  • Rojev
*Femînîst Selîn Top ku çû Kurdistanê û bi tevgera jinan re gelek serdan pêk anî, da zanîn ku wê di pêvajoya pêş de bi ‘jin jiyan azadî’ li bajaran têkoşîna jinan xurt bikin. DÎMEN HEYE
 
*Bi zimanekî sansasyonel çêkirina nûçeyên qetilkirinên jinan û tundiya li ser jinê tirsa civakî û pêşdarazan xwedî dike.  Nêzîkatiyeke bi hestiyar û agahîdayînê ya çapemeniyê, di alî afirandina hişmendiyê de hem jî di alî çareseriyê de gelek girînge. MEDYA KRÎTÎK
 
*Dayika Mehdî Mihçî yê girtî, Gulbeyaz Mihçi da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgehan de her diçe giran dibe û wiha got: “Tecrîd neyê şikandin em ê ji bo serokatî û girtiyên xwe li ber girtîgehan bedena xwe bidin ber agir.” DÎMEN HEYE
 
*Şaredariya Hewagê çawa şaredarî ji qeyûman girt, ewil mala bîhnvedanê ya jinan ya ku qeyuman girtibû ji nû ve vekir. Midûra Polîtîkayên Jin û Malbatê Zuhal Parlakçi da zanîn ku wê xebatên jinan bidomînin û xizmet erênî tên dîtin. BI DÎMEN
 
*Jinên Şengalê yên ku tevli Konferansa Jinên Iraqî  ku bi dirûşma “Bi têkoşîna hevpar li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” bûn diyar kirin ku tişta nehatiye serê wan nemaye, Şengal ya wan e, bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin û ew destûrê nadin ku tu kes dest biavêje Şengalê.  DÎMEN HEYE