Li gumanbarê ku Ozlem qetil kir cezayê wek ‘xelat’

  • 17:39 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR- Heyeta dadgehê di 5’emîn runiştina doza ku gumanbar Cemal Kusuvoglu, Ozlem Eryakşî qetil kiribû de, ewil cezayê muebeta giran li gumanbar birî û piştre ceza bi daxistina ‘tahrîka bê maf’ daxist 24 salan.
 
Di 25’ê Mijdara 2022’an de li Îzmîrê mêrê bi navê Cemal Kusuvoglu jina bi navê Ozlem Eryakşî qetil kiribû. 5’emîn runiştina doza ku gumanbar jê dihat darizandin li 5’emîn dadgeha ceza giran hat dîtin. Gumanbar ku ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ dihat darizandin anîn runiştinê. Malbata Ozlemê, parêzerên aliyan, parêzerên wezareta malbat û civakî di runiştinê de amadebûn. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Karabaglar doz şopandin. Beriya runiştinê jinan li ber edliyê daxuyanî dan.
 
Heyeta dadgehê di biryar aku der barê dozê de da dde der barê gumanbar Cemal Kusuvoglu de cezayê muebeta giran da û piştre bi daxistina ‘tahrîka bêmaf’ ceza daxistin 24 salan.