Xelkê Şeladiz û Amediyê li dijî dagirkeriyê rabûn

  • 14:54 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Amêdiyê û Şêladizê yên ser bi Dihokê, li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe, welatiyan rêya sereke ya navbera Dêrelok û Amêdiyê de girtine.
 
Êrişên dewleta Tirk bê navber dewam dikin, li gorî agahiyan ji eşîrên Rêkanî, Nêweyî, Nihêlî, Amêdî, Zêbarî ên xelkê gundên Guherzê, Belava, Berçê, Kanê û Aşka yên Amêdiyê û Şêladizê yên ser bi Dihokê, dijî dagirkeriyê rabûne ser xwe.
 
Li gorî agahiyan niha welatiyan rêya sereke ya di navbera Dêrelok û Amêdiyê de girtine û daxwaza rawestandina dagirkeriyê dikin.
 
Welatî di çalakiya xwe de banga rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dikin. Tê gotin heya niha jî çalakiya welatiyan dewam dike.
 
Li gorî agahiyan xelkê gundên Dêralok, Spîndarê û Mijê jî dijî dagirkeriyê serî rakirine.