Jina ciwan ya ber lehiyê ket jiyana xwe ji dest da

  • 19:59 7 Tîrmeh 2024
  • Rojane
MÛŞ - Li navçeya Milazgîr a Muşê li gundê Bahçe jina ciwan ya 20 salî Nazar Karataş ya ber lehiyê ket jiyana xwe ji det da. 
 
Li navçeya Milazgîr a Muşê li gundê Bahçe  ji ber barana barî lehî rabû. Jina ciwan Nazar Karataş (20) û dyaika xwe yên di kargeriya xwê de dixebitîn, bi ber lehiyê ketin. Dayik hat xilaskirin lê keça wê Nazarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Nazarê rakirin morgê. 
 
Di encama lehiyê de zirarek mezin çêbû û gelek mal û erd di bin avê de man.