Ji bo Sultan Dag şîn hat danîn

  • 13:56 7 Tîrmeh 2024
  • Rojane
  
STENBOL - Şîn ji bo Sûltan Dag a YJA-STAR a ku di şerê li Herêma Mawa de jiyana xwe ji dest da, hat danîn û bi girseyî gelek kes tevli şînê bûn. 
 
Sultan Dag a  YJA-STAR'î di operasyona 18'ê Hezîranê de li bejahiya gundê Xirbêkûr a Herêma Mawa ya navçeya Heskîfê ya Êlihê dest pê kir û heta 22'yê Hezîranê jî li Kercewsê dewam kir de jiyana xwe ji dest da. Şîna Sultan Dag li avahiya navçeya Esenler a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate danîn.
 
Li eywana şîn lê hat danîn, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyê Sultan Dag, wêneyê birayê wî Halît Dag ê di sala 2011'an de tevlî PKK'ê bû û jiyana xwe ji dest da, alên rengên zer, sor û kesk hatin daliqandin. 
 
Di sersaxiyê de beriya her tiştî ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, di şexsê Sultan de deqeyek rêz hat girtin. Di kêliya rêzgirtinê de bê navber sirûda "Şehîd namirin" hatin berzkirin û sirûda Çerxa Şoreşe hat xwendin.
 
Di axaftinan de hate gotin ku Sultan şehîda Kurdistanê ye û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Hat diyarkirin ku divê têkoşîn bê berfirehkirin û têkoşîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bê domandin.
 
'Em niha ji xewê şiyar bibin'
 
Dayika Sûltan Fatma Dag di sersaxiyê de axivî û got, “Divê em şehîdên xwe biparêzin û li ser şopa wan bin. Heta dilopek xwîna me bimîne em ê li pey şehîdên xwe bin. Were em niha ji xewê şiyar bibin. Em şehîdên xwe ji bîr nekin. Ez tu car li ber dijmin negiriyam. Min cenaze bi ala ku li ser sînga xwe girtibû pêça û nehişt ku dijmin bifikire ku em ditirsin."
 
Li dû axaftinan sînevîzyona ku wêne û axaftinên Sultan tê de hatin nîşandan.