Ji jinên ciwan semîner û reqsên herêmê

  • 21:25 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di roja 3’emîn a çalakiyên jinên ciwan ên li Strasbougê de bi sernavê “Rastiya Rêbertî” semîner hat lidarxistin. Li îstasyona Strasbourgê jî reqsên herêmî yên Îtalya û Kurdistanê hatin pêşandan.
 
Çalakiyên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalîst ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin, di roja 3’emîn de dewam kir.
 
Di roja 3’emîn  çalakiyan de ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat lidarxistin û wê heta 7’ê Tîrmehê bidome de, ji ber barana zêde li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê semîner, li Îstasyona Navendî ya Strasbourgê jî xwepêşandan hat lidarxistin.
 
Di semînera li ser “Rastiya Rêbertî” de tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst afirandiye û her ku diçe kûrtir dibe hatin nîqaşkirin. Di semînerê de hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî û ekolojîk Paradîgmaya Kofederal a Demokratîk e û îşaret pê hat kirin ku sedema bingehîn a tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdkirina fikrên wî ye.
 
Di bersivan de hate diyarkirin ku kesateya azadîxwaz û têkoşer a Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser jinên ciwan çêkiriye û gotina Abdullah Ocalan a “Hûn jinên ciwan divê min baş fêm bikin, ji ber ku guhertina zîhniyetê di destê we de ye” hate bibîrxistin. Semîner bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 
Jinên ciwan piştî semînerê bi danezanên têkîldarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Pergala Îmraliyê xebata girseyî kirin.
 
Piştre jinên ciwan ên Îtalyan û Kurd li Îstasyona Navendî ya Strasbourgê bi awayê du koman dansên xwe yên xwecihî pêşandan. Pêşandan bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Freedom for Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.